* Fotograf: Raşit Aydoğan - Enqere / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di civîna koma partiya xwe de careke din derbarê buroktaran de axiviye.
Kiliçdaroglû beriya niha jiha gotibû: “Ji 18ê Çiriya Pêşiyê, roja duşemê û pê de wê berpirsiyariya hemû piştgiriya hûn didin daxwazên îlegal ên vê sîstemê li ser milê we jî be.”
Kiliçdaroglûyî di axavtina xwe ya îro de dîsa behsa heman mijarê kiriye û wiha gotiye: “Ne ji hedê min e ku ez gefan li kesên li gorî yasayan kar dikin, bixwim. Her kî xizmetê ji dewleta xwe û ji gelê xwe re dike, cihê wî li ser serê min e. Lê kesên dikevin nava têkiliyên mafyatîk, ger dibêjin ma tu gefan dixwî. Erê ez gefan li wan dixwim. Ez ê nehêlim ti kes mafê ebdan bixwin.
“Dibêjin çi, dibêjin ez gefan li karmendên dewletê dixwim, dibêjin çi, dibêjin ez hêviya wesayetê dikim, dibêjin çi, dibêjin hişmendiya derbekar e. Bila Xwedî aqil bide we, qe nebe tiştekî guncan bibêjin. Ez dibêjim nekevin nav karê diziyê, kî ji bo diziyê fermanê dide we bi ya wî/ê nekin. Dibêjin, na tu vê çima dibêjî. Wê giliyê min li gel dozgerî bikin, ger hûn nekin hûn nemerd in.”
“Karmendên dewletê ji kengî de bûne xebatkarên te?”
Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî derbarê daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên ji bo buroktara de axivibû û gotibû ku Kiliçdaroglû dixwaze “nêrîna wesayetê û daraza paralel çêbike.”
Kiliçdaroglûyî ji bo nirxandinên Oktayî wiha axiviye: “Tu kî yî? Karmendên dewletê ji kengî de bûne xebatkarên ne? Ev çi ye? Dest nede kesên me ferman daye wan û dest daniye ser mal û milkan. Wiha dibêje.” (AS/FD)