Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Geir Pedersen, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) aşkere kiriye ku Hevserokên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ji bo amadekirina reşbeleka destûreke nû li hev kirine. Nûnerên hikûmet û mixalefetê, hevserokên komîteyê ne.
Aliyên mijarê li gel Pedersenî wê civîneke sêqolî li dar bixin û hefteyekê ev civîn dewam bike. Duh (17ê Çiriya Pêşiyê) her sê alî hatine ba hev. Pedersenî diyar kiriye ku hevserokan ji bo amadekirina destûreke nû, li hev kiriye.
45 endamên Komîteya ku wê reşbeleka Destûra Bingehîn amade bikin, hene. Nûnerên hikûmeta Sûriyeyê, yên mixalefetê û yên civaka sivîl di nava wê de ne. Komîte wê bikaribe qanûnên bingehîn amade bike ku bi van qanûnan Sûriye wê bi çavdêriya NYyê hilbijartinê li dar bixe.
Pedersenî li Cenêvê bersiva pirsên rojnamegeran daye û gotiye, komîte di du salan de şeş salan civiyaye lê ji Kanûna Paşiyê û vir ve amadekariya kom bibe. Pedersenî her weha diyar kiriye ku komîte wê “prensîbên diyar” binirxîne lê behsa hûrgiliyan nekiriye.
Mixalefetê behsa “mafên wekhev” kiriye
Hadi el Bahra, yek ji hevserokên Komîteyê gotiye ku ew li ser navê mixalefetê beşdarî civînê dibin û ew dixwazin reform werin pêkanîn ku di nava wê de mafên wekhev ên hemû welatiyên Sûriyeyê jî tê de bin. El Bahrayî wiha gotiye: “Nebûna cihêtiya hêzan a di destûra heyî de bûye sedema bêparsengiyekê ku ne bi şêweyekî rast fêde jê dihate wergirtin.”
Heta niha delegeyên hikûmeta Sûriyeyê ti daxuyanî nedane.
(TP/FD)
*Çavkanî: BBC Tirkî, TW Tirkî