Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî careke din guhertin di rêveberiya jor a Banka Navendî de pêk anî.
Li gorî biryara tayînkirinê ya ku Erdoganî îmze kiriye û di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, du cîgirên Banka Navendî, Prof. Dr. Semîh Tumen û Dr. Ûgûr Namik Kuçuk û endamekî Lijneya Polîtîkeya Pereyan, Prf. Dr. Abdûllah Yavaş, ji wezîfeyê girtiye.
Taha Çakmak bûye Cîgirê nû yê Serokê Banka Navendî û Prof. Dr. Yûsûf Tûna jî bûye Endamê nû yê Lijneya Polîtîkaya Pereyan.
Erdogan hevdîtinek bi Serokê Bankê re kiriye
Duh (13ê Çiriya Pêşiyê) Erdoganî li Koşka Çankayayê hevdîtinek bi Şahap Kavcioglû, Serokê Banka Navendî re pêk anîbû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû. Piştî vê civînê Erdoganî her du cîgirên Serokê Banka Navendî û Endamê Lijneya Polîtîkaya Pereyan ji wezîfeyê girtiye.
Erdoganî di 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de Mûrat Ûysal, Serokê Banka Navendî ji wezîfeyê dûr xistibû û li şûna wî Nacî Agbal tayîn kiribû.
Agbal 4 meh û nîvan li ser kar mabû. Ûysalê ku Agbal hatibû şûna wî, 16 mehan weke Serokê Banka Navendî kar kiribû. (KÖ/FD)