Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tûnisê Necla Bûden Ramazana ku Serokomar Kays Saîdî ji bo hikûmeta nû ava bike ew wezîfedar kiribû, kabîneya xwe ya nû aşkere kiriye. Kabîne ji 24 wezîran pêk hatiye.
Endamên kabîneyê li avahiya Serokomariyê sond xwarine û dest bi wezîfeyê kirine.
Bûden di merasîma sondxwarinê de wiha axiviye: “Em ê bihêlin ku ji nû ve bawerî bi dewletê were. Em ê jiyana welatiyan hêsan bikin û aboriyê geş bikin.”
Krîza ekonomîk û ya siyasî
Li gorî nûçeya Aayê, Bûden, yekem serokwezîra jin a Tûnis û Ereban, di kabîneyê de wezîfe daye 9 jinan. Li pêş kabîneyê krîza siyasî û ya ekonomîk a li welêt heye.
Di kabîneyê de çar endamên hikûmeta kevn hene. Samîr Saîd bûye Wezareta Ekonomî û Plansaziyê. Saîd ev 30 sal in ku li bankeyan rêveberî dikir.
Alî Mûrabît jî bûye Wezîrê Tenduristiyê. Mûrabîtî li Tûnis û Fransayê perwerdeya tibê dîtiye û serekê kampanyeya derzîya Covid-19ê bûye. Mûrabîtî jî weke Bûden ê, akademîsyen e. Osman el-Cerendî, di hîkumeta kevn de Wezîrê Karûbarê Derve bû. El-Cerendî di kabîneya nû de jî wê heman karî bike.
Li gorî vê rewşê kesên di kabîneya nû de cih girtine ev in:
- Wezîta Dadê: Leyla Ceffal
- Wezîrê Berevaniyê: Îmad Memîş
- Wezîrê Karûbarên Derve: Osman el-Cerendî
- Wezîre Karûbarên Hundir: Tevfîk Şerafeddîn
- Wezîra Darayî: Sîham Bûgadîrî Nemsîyye
- Wezîrê Ekonomî û Plansaziyê: Semîr Saîd
- Wezîrê Karûbarên Civakî: Malîl el-Zahî
- Wezîra Pîşesazî û Enerjiyê: Naîle Nûveyra Gandrî
- Wezîra Bazirganiyê: Fadîle el-Rabhî Bîn Hamza
- Wezîrê Çandiniyê: Mahmûd Îlyas Hamza
- Wezîrê Tenduristiyê: Alî Mûrabît
- Wezîrê Perwerdeyê: Fethî el-Selavatî
- Wezîrê Perwerdeya Bilind: Mûnsîf Bûkesîr
- Wezîrê Ciwanan û Sporê: Kemal Dakîş
- Wezîra Veguhastinê: Rabîa el-Mecîdî
- Wezîrê Teknolojiyên Ragihandinê: Nîzar Bîn Nacî
- Wezîra Ekîpman û Îskanê: Sare el-Zafaranî
- Wezîrê Emlakê: Mûhammed el-Rakîk
- Wezîra Derdorê: Leyla eş-Şeyhavî
- Wezîrê Tûrîzmê: Mûhammed Azîz Bîn Huseyin
- Wezîrê Karûbarên Olî: Mûhammed el-Şayîbî
- Wezîra Malbatan û Berpirsiyara Jinan: Emel Bîîhac
- Wezîra Çandê: Hayat el-Kermazî
- Wezîrê Karî: Nasreddîn Nesîbî
(TP/FD)