Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) duh (10ê Çiriya Pêşiyê) li Enqereyê beşdarî bernameya partiya xwe ya bi navê “Civata Giştî ya Dê-Xwişkên Hêza Esasî ya Tirkiyeyê” bûye.
Bahçeliyî li vir Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye hedef û wiha gotiye: “Girtina HDPyê wê hêviya dayikan xurt bike, wê bihêle ku bêhna wan were ber wan. Ger HDP/PKK hebe, ewlehiya siberoja me, ekonomiya me, aştiya me ya civakî, aramiya me ya civakî ya netewî nîne.”
“DYA dost e yan dijmin e?”
Bahçeliyî her weha di axavtina xwe de ji bo “rêveberiya DYAyê jî wiha gotiye:
“DYA hevkarê stratejîk ê PKK/YPG/PYD ye? Yan hevkarê stratejîk yê Tirkiyeyê ye? Rêveberiya DYAyê dost e yan dijmin? Dibêjin DYA ji Sûriyeyê derdikeve, wê bi tenê nêzîkî 900 leşkerî bihêle. Ev hemû derew in, hemû vir in, hemû bêbingeh in. Piştî ku DYAyê ji rêxistinên terorê qaşo hêzên bejayî ava kir, ma wê çima leşkerên welatê xwe li Sûriyeyê bihêhe? Vekişîna leşkeran xapandin e. Tê him bibêje ‘Ez leşkeran vedikişînim’ him jî Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji xwe re weke tehdît bibîne û rewşa lezgîn a netewî ya berê ragihandiye dewam bike.”
(DŞ/FD)