Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek weşandiye û tê de bal kişandiye ser banga Konseya Ewropayê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê. Konseyê, ji bo Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) a derbarê Selahattîn Demîrtaşî de pêk bîne û wî serbest bike, heta 30ê Îlonê dem dabû Tirkiyeyê.
HDPyê ev daxuyanî duh (30ê Îlonê) li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye û xwestiye ku Demîrtaş demildest azad bibe:
“Dema ku DMMEyê ji bo azadkirina Demîrtaşî dabû Tirkiyeyê îro diqede. Bila biryara DMMEyê pêk were û hevalên me yên ku dîl hatine girtin, azad bibin.
“Desthilata ku biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de pêk nayne, sûc dike, li ber prensîbên hiqûqa navnetewî derdikeve. Pêkneanîna vê biryarê dewama siyaseta dîlgirtinê ye, binpêkirina Destûra Bingehîn e ku ji bo pêkanîna peymanên navnetewî fermanê dide. Bila biryara DMMEyê pêk were.”
Bixwîne - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala azad bibin
Komîteyê dem dabû Tirkiyeyê
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş azad nekiriye, îro biryareke nû daye. Digel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê Kavala û Demîrtaş azad nekiriye.
Komîte kontrol dike bê ka biryarên DMMEyê pêk tên an na.
Komîteyê di biryara xwe de careke din xwestiye Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Osman Kavala, karsaz û mafparêz azad bibin.
Civîna bê di 30ê Çiriya Pêşiyê-2yê Kanûna Pêşiyê de ye
Benan Molû, parêzera Demîrtaşî derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsiye:
“Komîteya Wezîran careke din xwestiye ku Selahattîn Demîrtaş azad bibe û biryarên girtina wî betal bibin. Di biryara xwe de gotiye, cezakirina Demîrtaşî a bi 4 sal û 8 mehan a ji ber sûcê propagandayê, bi armanca ku Demîrtaşî li girtîgehê bihêlin û nehêlin bikeve hilbijartinê.
“Komîteyê heta 22yê Hezîranê dem dabû Hikûmetê ku li gorî biryara Daîreya Mezin a DMMEyê plana çalakiyê pêşkêş bike. Digel ku hikûmetê daxwaza hinek dema din nekiriye ji ber hîna plana çalakiyê pêşkêş nekiriye, heta 30ê Îlonê wext dane.
“Biryara Komîteyê ya derbarê Demîrtaşî de û nota sekreteryayê. Civîna Komîteya Wezîran wê di 30ê Çiriya Paşiyê-2yê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de pêk were. (AS/FD)