Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ev 200 roj in li ber avahiya edliyeyê ya Rihayê dewam dike.
Xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Rihayê kure wê û hevjînê wê kuştibûn û kurekê wî piştî vê bûyerê hatibû girtin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo kujer werin dîtin li ber avahiya edliyeyê ya Rihayê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku çalakiya wan gihîştiye roja 200î û wiha gotiye: “Li Koşka Edaletê ya Rihayê 200 roji in ku em li bendî edaletê ne. ji bo pêvajoya hiqûqê bi rê ve biçe em ê tevlî 200 parêzerî hevdîtinê bi dozgerî re bikin. (Em hêvî dikin ku dozgerê erkdar wê pêvajoya hiqûqî ya malbata me û civakê kanih bike, bide destpêkirin).”
Bixwîne - Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 191emîn de ye
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/FD)