Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê Partiya Gel a Komarî(CHP) di beşa yekem ya belgefîlma “Bay Kemal û Hevpeymanên wî” ya Gunel Cantak, derhênerê belgefîlman de têkildarî pirsgirêka Kurdan axiviye.
Kiliçdaroglû destnîşan kiriye ku wî piştgirî daye di hijbijartinên 2015an de HDP weke partî têkeve parlamentoyê.
Kiliçdaroglû têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd weha gotiye:
“35-40 sal in pirsgirêka Kurd heye ku dezgeha siyasetê çareser nekiriye. Ji bo pirsgirêka Kurd were çareserkirin pêdiviya me bi dezgehekî rewa heye. Saziya ku hûn jê re dibejin dewlet, bi dezgehekî nerewa re mixatab nabe.”
“Erdogan ev kir. Dewlet bi Îmraliyê re kir mixatab. Mînak Îmrali dezgeheke rewa nîne. Dezgeha meşrû kî ye? Em dikarin HDPê weke dezgeheke rewa bibînin. Piştgiriya gel heye. Li parlamentoyê ye. Heke tê xwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe, em dikarin bi dezgehekî rewa re çareser bikin. Ji ber vê yekê, bi ya min divê HDP li parlamentoyê be.”(RT/AY)