Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş azad nekiriye, îro biryareke nû daye. Digel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê Kavala û Demîrtaş azad nekiriye.
Komîte kontrol dike bê ka biryarên DMMEyê pêk tên an na.
Komîteyê di biryara xwe de careke din xwestiye Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Osman Kavala, karsaz û mafparêz azad bibin.
Benan Molû, parêzera Demîrtaşî derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsiye:
“Komîteya Wezîran careke din xwestiye ku Selahattîn Demîrtaş azad bibe û biryarên girtina wî betal bibin. Di biryara xwe de gotiye, cezakirina Demîrtaşî a bi 4 sal û 8 mehan a ji ber sûcê propagandayê, bi armanca ku Demîrtaşî li girtîgehê bihêlin û nehêlin bikeve hilbijartinê.
“Komîteyê heta 22yê Hezîranê dem dabû Hikûmetê ku li gorî biryara Daîreya Mezin a DMMEyê plana çalakiyê pêşkêş bike. Digel ku hikûmetê daxwaza hinek dema din nekiriye ji ber hîna plana çalakiyê pêşkêş nekiriye, heta 30ê Îlonê wext dane.
“Biryara Komîteyê ya derbarê Demîrtaşî de û nota sekreteryayê. Civîna Komîteya Wezîran wê di 30ê Çiriya Paşiyê-2yê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de pêk were.
“Komîteya Wezîran careke daxwaz kiriye ku Osman Kavala azad bibe. Çav li rê bû ku di vê civînê de Tirkiyeyê hişyar bikin û pêvajoya cezakirinê bidin destpêkirin lê Komîteyê biryar girt ku heta civîna Kanûna Pêşiyê li bendî azadkirina Kavalayî bimînin.”
Biryarên DMMEyê yên derbarê Kavala û Demîrtaşî de
DMMEyê di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryar dabû û gotibû, “Rayedarên Tirkiyeyê dixwazin Kavalayî weke mafparêzekî bêdeng bikin û bi vê armancê ji Çiriya Paşiyê ya 2017an û vir ve di girtîgehê de digirin.”
Dîsa di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de DMMEyê biryar dabû ku rayedarên Tirkiyeyê ji ber xebat û axavtinên wî yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) Demîrtaş dadgeh kirine û xwestiye Demîrtaşî ji xebatên wî yên siyasî dûr bixin.
Dadgehê di her dû biryaran de jî daxwaz kiribû ku demildest azad bibin.
Lê Demîrtaşê siyasetmedar ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê û Kavalayê mafparêz jî 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin. (AS/FD)