Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Siberojê û Serokwezîrê berê, roja şemî û yekşemê çûbû Amedê. Di dema serdana Baroya Amedê de wiha axivîbû: “Yek ji wan bûyerên ku wê demê dilê min şewitand, qetilkirina Tahîr Elçiyî bû. Li gor nêrîna minew kuştineke siyasî bû. Bi gelek wesîleyan ez pê re civiya bûm. Tahîr Elçî mirovekî wiha rewşenbîr bû ku fikrên xwe aşkere digotin û teqdîra me hemûyan kezenc kiribû.”
Piştî van daxuyaniyên Davûtoglûyî, 23 parêzerên malbata Elçiyî, ji bo dadgeh li wî guhdar bike, serî li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dane. Parêzeran daxwaznameya xwe pêşkêşî dadgehê kirine û tê de gotine ku, “Piştî kuştinê bi demekê û di demên dawiya wê de Davûtoglûyî gelek caran li ser axiviye lê ev cara yekê ye ku ji şîrove û nêrînê dûr, di daxuyaniyeke xwe de got ‘Tahîr Elçî bû qurbaniyê kuştineke siyasî’.”
Li ser vê rewşê Turkan Elçî, hevjîna Tahîr Elçiyî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Ger ev di encama mihasebeye wicdan de hatibe gotin, em li bendê ne ku dewama wê were lê ger destpêka polîtîkayeke ji bo wergirtina dengên kurdan be, me berê li gelek fîlmên wiha temaşe kiriye û dawiya wê bi ziyanê qediya ye. Ez hêvî dikim ku heman fîlmî nadin temaşekirin.”
Di îddîanameyê de çi heye?
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin.