Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Laçînê ku bi îdiaya keça wî birine çiyê, li Îzmîrê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kon vedabû, îro xwestiye li Enqereyê, li ber avahiya Navenda Giştî ya HDPyê konê xwe vede û civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Siyasetmedarên HDPyî yên ji bo danezana ku wê di 27ê Îlonê de aşkere bikin, tevlî parlamenteran li avahiyê kom bûbûn, bertek nîşanî Mehmet Laçînî dane. HDPiyan gotine ku “Ew kes dîdevanê kujerê Denîz Poyrazê ye” û nexwestine Laçîn li wir konî veke.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyyaê weşandiye, polîsan xwestiye ji bo Laçînî wesayitên li kolanê werin rakirin û parlamenter bikevin hundir.
Parlamenteran ji polîsan re gotiye, “Hûn nikarin kujerên Denîz Poyrazê bînin vir. Dema Denîz Poyraz hate qetilkirin vî zilamî nobedarî kiriye. Polîs wî diparêzin.”
HDPyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê jî wiha nivîsiye: “Desthilata AKP-MHPyê ji bo parastina kesên dîdevanî ji kujerê Denîz Poyrazê re kirine, ketine nava seferberiyê. Em ê rê nedin kujeran û kesên pê dane kirin.”
Bütün Ankara polisi bir cinayet şüphelisi olduğu iddia edilen bir kişiyi Genel Merkezimizin önüne oturtmak için seferber olmuş… Tam bir ‘Yeni Türkiye’ manzarası… pic.twitter.com/gtg4RZX4R6
— Tayip Temel (@TayipTemel) September 16, 2021
Berdevka Partiyê Gunayê bertek nîşan daye
Di vê navberê de Mehmet Laçînî di bin çavdêriya polîsan de civîna çapemeniyê li dar xistiye. Ebrû Gunay, Parlamentera Mêrdînê û Berdevka HDPyê bang li polîsan kiriye û wiha gotiye: “Polîsên dewletê kujeran diparêzin. Hûn kesê kuştina Denîz Poyrazê pê daye kirin, diparêzin. Ew bi xwe dibêje, ji çapemeniyê re aşkere dike. Ew kujerê Denîz Poyrazê ye.”
Piştî protestoya HDPyiyan, polîsan Laçîn xistina texsiyekê û ew ji wir dûr xistine. (DŞ/FD)