Qeymeqamiyê kampanyaya derzîkirinê ya 3 zimanî asteng kiriye
![Qeymeqamiyê kampanyaya derzîkirinê ya 3 zimanî asteng kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/249/233/original/md1.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê Mêrdîn li gel Rihayê yek ji du bajarane ku rêjeya derzîkirinê lê herî kêm e. Rêjeya derzîkirinê li Rihayê ji sedî 51,4 e û li Mêrdînê ji sedî 52,8 e. Ji ber vê yekê ev her du bajar di platforma agahîdana derzîkirinê ya Wezareta Tenduristiyê de bi xeta sor hatine nîşankirin. wate, di kategoriya birîsk de ne.
Bi vî awayî Qeymeqamiya Qoserê qedexeya çalakiyan weke sedem nîşandaye û destûr nedaye belavkirina broşurên sê zimanî(Tirkî-Kurdî-Erebî) yên ku Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) û Odeya Doktorên Mêrdînê têkildarî derzîkirinê amade kiribû.
Walîtiyê di 18ê Tebaxê de ji bo 15 rojan çalaki qedexe kiribû. Qeymeqamiyê ev weke sedem nîşan daye.
Dr. Ozgur Bîlek, Hevserokê Şaxa SESê û Endamê Lijneya Rêvebiriya Odeya Doktoran ya Mêrdînê diyar kir ku hejmara nexweşan li bajêr rojanê li hezarî nêzîk dibe û bertek nîşanî ‘biryara qedexeyê ya qeymeqamiyê’ da û got, " Pêşî li me tê girtin ku em bi gel re têkiliyê deynin.
Li Artûklûyê destûr dane, li Qoserê nedane
Bîlek destnîşan kir ku afîş û belavokên sêzimanî yên ku wan amade kirine tenê ji bo agahdarkirina xelkê li ser derzîkirinê ye.
Bîlek weha got:
“Destûr dan çalakiya me ya li Artûklûyê, lewma me daxuyaniya xwe dan, broşurên xwe belav kirin. Heta ekîbeke derzîkirinê ya Midiriyeta Tenduristiyê ya Bajêr jî li wir bû. Mirov hatin derzî li xwe xistin. Lê belê çalakiya ku me xwest vê hefteyê li Qoserê pêk bînin rastî destûra Qeymeqamiyê hat.”
"Qoser navçeya herî qerebalix a Mêrdînê ye. Walîtiyê di 18ê Tebaxê de ji bo 15 rojan çalaki qedexe kiribû. Qeymeqamiyê ev weke sedem nîşan da û destûr neda em çalakiya xwe pêkbîne.”
(HA/AY)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)