Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Şaredariya Sêrtê di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryarek dabû ku di sala 2020an de ji 90 ji sedê faîza deynê xwe yê avê bibihure. Piştî vê biryarê di navbera 6ê Kanûna Paşiyê û 6ê Tîrmeha 2020an de ji 90 ji sedê faîza deynê 2 hezar û 413 aboneyên avê bihuriye. Ango ji 861 hezar û 956 TL deynê avê 761 hezar û 908 TL jê biriye.
Wezareta Karûbarên Navxweyî di çend mehên derbasbûyî de, ji ber vê biryarê, lêpirsîna Bêrîvan Helen Işık û Peyman Darayê di 15ê Gulana 2020an de kayûm li şûna wan tayîn kiribû û ya 23 endamên meclîsa şaredariyê dabû destpêkirin.
Bixwîne - Şaredarî ji deynê xwe bihuriye, Wezaretê lêpirsîn vekiriye
Piştî ku lêpirsîna wan hatiye kirin bi 2 mehan, şaredariya kayûm li ser e, biryarek daye û gotiye ew ê 90 ji sedî faîza deynên avê, emlakê, paqijî û derdorê û baca reklam û îlanan jê bibe.
Osman Hacibektaşoglû, Walî û Şaredar ji bo vê kampanyayek dane destpêkirin û gotine ev kampanya wê heta 31ê Tebaxê dewam bike. Ji bo vê jî li gelek deverên bajêr nivîs daliqandine.
Tûrhan: Mafdariya me îspat dike
Dara Tûrhan, Hevşaredarê ku ji wezîfeyê hatiye dûrxistin wiha got: “Ji ber daliqandina van afîşan a li bîllboardan, em kêfxweş in. Kayûm li gorî biryara Meclîsa Şaredariyê tevgeriyaye ku me ji bo berjewendiyên gelê Sêrtê dabû. Ev ji bo wan ‘hezîn’ e, lê ji ber ku mafdariya me îspat kiriye em kêfxweş in.”
Serî li Şûraya Dewletê daye
Dara Tûrhanî serî li Şûraya Dewletê daye û li dijî biryara Serokatiya Lijneya Teftîşê ya Mulkeyeyê ya Wezareta Karûbarên Navxweyî derketiye ku serokatiyê destûr daye lêpirsîn çêbibe. (HA/FD)