Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Caroline Van Buren, Nûnera Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPNY) ya ji Afganistanê berpirs e, gotiye ku her hefte 20-30 hezar kes ji Afganistanê bi rêyên ne yasayî derdikevin û piraniya wan diçin Îrane.
Li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekgirtî civêneke çapemeniyê li dar ketiye û Van Buren bi rêya vîdeoyê beşdarî vê civînê bûye. Van Burenê derbarê pêşketinên rojên dawî de zanyarî dane ku piştî Talîbanê Afganistan bi dest xistiye, çêbûne.
Van Burenê diyar kiriye ku li gorî zanyarî ji wan re tên mafên jinan tên binpêkirin û wiha dewam kiriye: “Li gorî zanyariyan li hin deveran nahêlin jin kar bikin, li hin deveran jî ger ji malbata wan mêrek li bal wan nebe, nalêlin jin derkevin derve.”
Diçin Pakistan û Îranê
Caroline Van Burenê gotiye ku di nava salê de zêdetirî nîv milyon mirov ji warên wan hatine derxistin û wiha gotiye: “Li gorî texmînên me her hefte bi qasî 20-30 hezar mirovan bi rêyên ne yasayî derdikevin.”
Li gorî gotina Van Burenê ger sînor vekirî be beşek ji afganan diçin Pakistanê lê piraniya wan derbasî Îranê dibin. (EMK/FD)