Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) têkildarî nivîsa Umît Zîlelî ku di 7ê Tebaxê de belav bûbû daxuyanî daye û gotiye, "Wî bi gotina ‘nemerd’ ku ji bo yek ji pêşengên dîrokî yên gelê Dersimê Seyyit Riza gotiye, bêhurmetî kiriye.
DEDEFê di daxuyaniyê de weha gotiye:
“Kesê bi navê Umît Zîlelî dema xwestiye bersiva paşkevtiyekî îslamî bide, Wî bi gotina ‘nemerd’ ku ji bo yek ji pêşengên dîrokî yên gelê Dersimê Seyyit Riza gotiye bêhurmetî kiriye.”
"Em weke zarokên Dêrsimê ku bi yek ji komkujiyên herî mezin ên dîrokê ve hatine qewirandin, bêguman dema ew bi hev re dikeve nava polemîkan, bêesiliya ku ew nîşan didin, em ê nedin dûbarekirin.”
“Lê tiştên ku heta niha biser me de anîne me çawa ji bîr nekiriye em ê vê ya dawî jî ji bîr nekin.”(AY)