Fotograf: duzcetakip.com
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Omer Fethî Gurer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Nîgdeyê ji Wezareta Xezîne û Darayî pirsiye ku ka hejmara deyndarên bankeyan çiqas e û çiqas deynê bankeyan li wan heye.
Lutfî Elvan, Wezîrê Xezîne û Darayî pirsên Gurerî bersivandiye û gotiye ku di Kanûna Pêşiyê ya 2016an de hejmara kesên krediyên şexsî ji bankeyan kişandiye 28 milyon û 572 hezar û 786 bûye, ev hejmar di Adara 2021an de gihîştiye 35 milyon û 35 hezar û 38 kesan.
Elvanî bersiva pirsên Sezgîn Tanrikûlû, parlamenterê heman partiyê yên derbarê heman mijarê de daye û gotiye ku heta 12ê Sibata 2021an li Tirkiyeyê deynê bankeyan li 34 milyon û 4 hezar kesî heye.
2 milyon û 382 hezar kesî ji bo kirîna xaniyan pere ji bankeyan deyn kirine
Wezîr Elvanî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di Kanûna Pêşiyê ya 2016an de 2 milyon û 328 hezar û 38 kesan ji bo kirîna xaniyan 164 milyar û 850 hezar TL pere ji bankeyan deyn kirine û di meha Adara 2021an de 2 milyon û 565 hezar û 104 kesan 277 milyar û 737 milyon TL pere ji bankeyan deyn kirine.
Kartên krediyan ên 29 milyon kesan hene
Wezîr Lutfî Elvanî diyar kiriye ku heta Adara 2021an kesên ku kredî kartiyên wan hene 160,4 milyar TL deyndarê bankeyan e û hejmara kesên ku kartên wan ên krediyê hene gihîştiye 29,1 milyonî
Welatî 703 milyar TL kredî ji bankeyan standine
Elvanî gotiye ku heta Adara 2021an welatiyan 277.7 milyar TL ji bo krîna xaniyan ji bankeyan deyn kirine, ji bo kirîna wesayîtan 13.7 milyar TL, ji bo pêdiviyên şexsî jî 412,5 milyar TL û li ser hev 703,9 milyar TL deyn ji bankeyan standine. (HA/FD)