Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Gel a Komarî (CHP) giliyê Îbrahîm Karaguh, Berpirsê berê yê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Yenî Şafakê kiriye ku wî li ser hesabê xwe yê Twitterê îdia kiribû û gotibû, “CHP di şewatên daristanan de bi PKKyê re tev geriya.” CHPyê daxwaz kiriye ku Karagul bi 100 hezar lîreyî were cezakirin.
Karagulî di tweeta xwe de wiha nivîsî bû: “CHP di şewatên daristanan de bi PKKyê re tev geriya. PKKyê daristan şewitandin, wan jî berê mijarê bi cihekî din ve vekirin û şûna hedefê guherandin. Hevkariyeke gelekî gemarî ye. Kemal Kiliçdaroglû mijara ewlehiya netewî ye. Marmarîs bi vî awayî şewitandin.” Karagulî piştî ku bertek nîşanî wî dane, mesaja xwe jê biriye.
Celal Çelîk, parêzerê CHPyê û Kemal Kiliçdaroglûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku ji ber mesajên wî, wan giliyê Karagulî li bal Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kiriye. Çelîkî diyar kiriye ku Karagulî buxtan û heqaret kiriye û kîndarî û dijminatî di nava gel de saz kiriye. Her weha daxwaz kirine ku ew bi 100 hezar lîreyî were cezakirin. (KÖ/FD)