Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Ermenistanê, firokeyên bê mirov yên arteşa Azerbaycanê hewldane sînorên esmanî yên Ermenistanê derbas bikin lê hatine astengkirin. Wezareta Berevaniya Azerbaycanê jî ev tişt qebûl nekiriye.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê di daxûyaniyê de gotiye, “Di 29ê Tîrmehê de yekîneyên Hêzên Çekdarî yên Ermenistanê di beşa Gegarkûnîka sînor de firokeyên bê mirov yên arteşa Azerbaycanê ku hewl dabûn sînorên esmanî yê Ermenistanê derbas bike, asteng kiriye”
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê jî diyar kiriye ku zanyariyên derbarê 2 firokeyên bê mirov yên wan de nerast in û ev şaşiyeke ku ji aliyê dijmin de hatiye gotin.
Rojek berê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şer qewimîbû û di encamê de sê leşkerên Ermenistanê miribûn û pênc jî birîndar bûbûn.
Şer 44 rojan berdewam kiribû
Di navbera Erîvan û Bakuyê de ji bo Qerebaxê di payîza sala par de şerekî qewimî û 44 rojan berdewam kir. Ev şera bi navbeyînkariya Rûsyayê di meha Çiriya Paşiyê de bi agirbestek bi dawî bûbû.
(PT/AY)