Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz duh (29ê Tîrmehê) li Bedlîsê bûn.
Mîthat Sancar li vir di axavtina xwe de wiha gotiye: “Em bang li partiyên din nakin û em ê demokrasiyê bi gel re bînin”:
“Em ê heta tawiyê têbikoşin. Em ê di rêya xwe te têkoşînê bikin. Ev rê rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan e, rêya azadî û wekheviyê ye. Em ê di vê rêyê de bimeşin û em ê bi we re, bi demokratên Tirkiyeyê re demokrasiyê bînin Tirkiyeyê.
“Dema em dibêjin demokratên Tirkiyeyê bila ti kes şaş fam neke, em bang li partiyên din nakin. Ev hevgirtin, ew hevgirtin, me eleqedar nakin. Nizanim dibêjin ev namzet e, nizanim ê din namzet e, ev me eleqedar nakin. Em ê bi we re rêya xwe dewam bikin. Em ê biryarên xwe bi gelê xwe re û bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re bidin.”
“Rêya me diyar e”
Sancarî diyar kiriye ku ew ê di meha Îlonê de “belgenameya helwestê” aşkere bikin û wiha dewam kiriye: “Kî tê ew dizane, yên bên wê bên, yên nayên ew dizanin. Dê bibînin ku wê nikaribin bêyî HDPyê bimeşin, paşê dê hesabê wê bidin gel. Ji ber vê em dibêjin em ê di rêya xwe de bimeşin. Em yekîtiya gelê kurd dixwazin. Ji bo wê jî, ji bo em bikaribin hevgirtiya kurdî berfirehtir bikin çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo em bi bindest û demokratên Tirkiyeyê re bimeşin, em ê xebatên xwe bimeşînin lê rêya me diyar e. Rêya me ya edalet, demokrasî, azadî, aştî û wekheviyê ye. Di vê rêyê de cih ji nîjadperestiyê re nîne. Cih ji kedxwarî, talankarî û rantê re nîne.”
"Dijminatî li biyaniyan tê kirin"
Sancarî bi van gotinan behsa pêla penaberên afganî kiriye:
“Ez dixwazim bala we bikişînim ser zêdebûna dijminatiya li biyaniyan tê kirin. Hûn dizanin, ji sînorê Îranê penaber têne vir. Niha, çima direvin ev mirov? Rêya herî hêsan nîjadperestî ye, tohmetkirina wan mirovan e. Ev mirov ji şer direvin, ji ber ku li welatên xwe ewheliya jiyanê û jiyaneke bi aram nabînin, direvin.
“Em dizanin bê ka desthilatdar dixwaçe penaberan çawa bikar bîne. Em dizanin polîtîkaya penaberiyê bazareke çawa ye, plana şantajkirin û guhertina serjimarê ye.
“Lê berpirsê vî tiştî ne penaber in. Di serê gelên ku bi qasî serê derziyê nîjadperestî li bal wan nîne, gelê kurd tê. Em dizanin bê ka ew karkerên me yên ji ber xizaniyê koçî Behra Reş, Marmarayê, Sakarya û Egeyê dikin çawa rastî nîjadperestiyê tên.
“Ji ber vê hindê, kê ji me re behsa nîjadperestiyê bike em yekser bidin sekinandin. Rêya me ya çareseriyê diyar e. Mijara penaberiyê encama polîtîkayên şerî ne. Rêya çareseriya vê jî xwestiya aştiyê ye. Ji bo ku hemû gel li ser axa xwe bijîn, em têdikoşin.”
Sancarî her weha bang kiriye ku bila herkes derziya covid-19ê li xwe bixin. (DŞ/FD)