*Fotoğraf: news.am (arşiv).
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hukumeta Ermenistanê daxuyanî daye û gotiye, di şerê ku li ser sînor bi hêzên Azerbaycanê re pêk hatiye de 3 leşkerên Ermenistanê mirine. Her weha di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku ev şera piştî şerê par yê Qerebaxê yê herî xwînewî bûye.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê ragihandiye ku di encama gule reşandinê de 4 leşkerên din brîndar bûne.
Di daxuyaniya ku di saet 09.20an de weşiya ye de hatiye diyar kirin ku “têkoşîn dewam dike”
Dezgehên Ermenistanê piştî saetek ragihandiye ku “Bi navbeyînkariya fermandariya hêzên aştiyê yê Rûsyayê” li cihê ku şer qewimiye ji bo agirbestê lihev kirine.
Herdu aliyan hevdu tawanbar kirine
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê gotiye di şerî de du leşker brîndar bûne û “jiyana wan di xeteriyê de nîne”
Her du welatan jî ji bo aloziya ku li ser tevahiya sînor tê jiyîn hevdû sûcdar dike.
Şer 44 rojan berdewam kiribû
Di navbera Erîvan û Bakuyê de ji bo Qerebaxê di payîza sala par de şerekî qewimî û 44 rojan berdewam kir. Ev şera bi navbeyînkariya Rûsyayê di meha Çiriya Paşiyê de bi agirbestek bi dawî bûbû.
(PT/AY)