Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Xelata Mafên Mirovan a Weîmar ya 2021an dane Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP). Merasîma xelatdayînê wê di meha Kanûna Paşiyê de were lidarxistin.
Digel biryara Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku gotibû “girtina wî siyasî ye, divê demildest were tehliye kirin” Selahettîn Demîrtaş di 4ê Çiriya Paşiya 2016an pê ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê De (GfbV) ku mafên pêkhateyan dipareze û navenda wê li Gottingenê ya Almanyayê ye, eşkere kiriye ku wan pêşniyara Komîteya Xelatê a Encûmena Şaredariya Weimarê pesend kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Demîrtaş, “Di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de yek ji grîngtirîn siyasetmedarên mixalîf e.”
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Selahattîn Demîrtaş ji bo“çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd, demokrasî, azadiya olî ya Elewî û Êzidiyan, wekheviya ziman, siyaset û çandî ya pêkhateyên wek Kurd, Asûrî, Ermen û Rûm” xebat dike.
Li Tirkiyeyê di 1998an de Meral Daniş Beştaş, parlamentera Edeneyê ya Partiya Demokratî a Gelan(HDP) hêjayî xelatê hatibû dîtin.
(AS/AY)