Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê di civîna çapemeniyê ya salê de derbarê polîtîkayên penaberan yê Ewropayê û Tirkiyeyê de axiviye.
Merkelê di civînê de diyar kiriye ku Tirkiye parçeyeke ji peymana bi Yekitiya Ewropayê re hatiye îmzekirin û têkildarî xwedî derketina li penaberên sûriyeyî pesnê Tirkiyeyê daye.
Merkelê gotiye ku ew dixwaze bi Tirkiyeyê re têkiliyan ji nêz ve çê bike lêbelê ew nafikirin ku dê Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropayê.
Li gorî Reûtersê ragihandiye ku Merkelê gotiye, “Tirkiye bi xwedî derketina li penaberên Sûriyeyê karekî baş derdixe. Ez dixwazim ev peymana bi Tirkiyeyê re bidome, ev ji bo mirovan baştir e.”
(HA/AY)