Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Marmarîsa Mûglayê di saetên sibê de li dijî avahiya navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) êrişa çekdarî pêk hatiye.
A.T.D.(28)yê ku êriş pêkaniye li cihê bûyerê hatiye desteserkirin.
Guven Goknar, Hevserokê Navçeya Marmarîsê yê HDPê derbarê mijarê de bi bîanetê re axivî û diyar kir êriş bi çifteyê pêk hatiye û nêzîkî 100 fîşek berdane û got: “Dikeve hundir, qamerayê digire, bi çifteye 5 şarjoran vala dike.”
“Cureyekî ji fîşekê beraza ne. Nêzîkî 100 fîşek berdane, pace û mase şikandiye. Tenê li ser sarincokê 15 fîşek hene. Êrişeke bi plan û bernameye ku bi mebesta çavtirsandinê hatiye pêkanîn. Berê Îzmîr û niha jî Marmarîs ev ne tesaduf e.
Walîtiya Mûglayê daxuyanî daye û ragihandiye ku êriş di saet 06.20ê sibê de pêk hatiye.
Walîtiyê weha gotiye, “Kesê ku biçek êrişî avahiya HDPê ya Marmarîsê kiriye yê navê A.T.D., di sala 2018an de jî êrişî avahiya HDPê kiribû û ji ber ku camên avahiyê şikandibû derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. A.T.D li cihê bûyerê ji aliyê hêzên ewlekariyê de hatiye desteserkirin. Lêpirsîn dewam dike.”
Di 17ê Hezîranê de jî êrişkarê bi navê Onûr Gencer bi çekan êrişî Avahiya Bajarê Îzmîrê ya HDPê kiribû û Denîz Poyraz, xebatkara partiye qetil kiribû.(RT/AY)