Fotograf: Rojnameya Firat Gergerê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Semsûr û Meletiyê polîs û cendermeyan bi ser malên hilberînerên tûtinê de girtine û komek ji wan desteser kirine. Piştî biryar hatibû stendin ku bêyî “destûrname” û “agahdarkirinê” wê nikaribin bazirganiyê bidin, hilberînêrên tûtinê li Semsûr û Meletiyê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya wan ev hefteyeke dewam dike.
Polîs û cendermeyan di saetên sibehê de bi ser malên 50 çalakvanan de girtine û ew desteser kirine. Ajansa Mezopotamyayê ve zanyarî weşandiye.
Îro wê li Parlamentoyê pêşnûmeya derbarê mijarê de wê were nîqaşkirin. Operasyona desteserkirinê beriya vê civîna li Parlamentoyê pêk hatiye.
Kesên hatine desteserkirin, birine Midûriyeta Emniyetê û Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê. Li dijî çalakiyan li gelek deverên bajêr wesayitên bizirx û gelek leşker hatine bicihkirin.
Çi bûbû?
Di 1ê Tîrmehê de Qanûna Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtiyê ya hejmar 5607ê hatibû guhertin. Li gorî vê guhertinê, êdî hilberînerên tûtinê bêyî destûrnameyê û agahdakirinê wê nikaribin vî karî bikin.
Hewce ye ku hilberîner û tûtinfiroş destûrnameyê ji Wezareta Çandinî û Daristanan werbigirin. Kesên bêyî destûrname bazirganiyê bikin ji 3 salan heta 6 salan wê cezayê girtîgehê li wan were birîn.
Piştî vê guhertinê çalakiya hilberîner û tûtinfiroşan destpê kiribû.(HA/FD)