Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Kocaeliyê serbest bibe li ber Girtîgeha Sîncanê dest bi Nobeta Edaletê kiriye. Dadgeha Destûra Bingehîn gotibû ku mafên Gergerlîoglûyî hatine binpêkirin û divê ew azad bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan êrîşî çalakiyê kiriye û derb li Salih Gergerlîoglû, kurê Omer Faruk Gergerlîoglûyî dane. Ew desteser kirine. Her weha midaxeleyî rojnamegeran jî kirine ku di dema êrîşê de xwestine vîdeo û fotografan bigirin.
Polîsan dest daniye ser kelûpelên rojnamegeran û gef li nûçegîhanê Mayê xwariye ku dest deyne ser telefona wî.
Di dema êrîşa polîsan de gelek kes hatine desteserkirin. Digel midaxeleya polîsan HDPyiyan civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Zuleyha Gulum, Parlamentera HDPyê ya Stenbolê gotiye ku Omer Faruk Gergerlioglu, digel biryara Dadgeha Destûrî ji azadiya xwe bêpar tê hiştin û wan ji bo Gergerliogluyî dest bi nobeta edaletê kiriye.
Parlamenterên HDPyê wê heta saet 17.00ê li ber Girtîgeha Sîncanê çalakiya xwe ya nobeta edaletê dewam bikin. Polîsan destûr nedaye şêwirmendên parlamenteran û rojnameger bikevin qada çalakiyê.
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn.
Gergerlîoglûyî li mala xwe çalakiya nobeta edaletê dewam kiribû. Polîsan di 2yê Nîsanê de girtibûn ser mala wî û ew biribûn girtîgehê.
Dadgeha Destûra Bingehîn di 1ê Tîrmehê de biryara xwe ya ji bo serlêdana şexsî ya Omer Faruk Gergerliogluyî biryar dabû.
Dadgehê gotibû ku “Mafê hibijirînê û yê xebatên siyasî” hu “mafê azadî û ewlehiya şexsî” yên Gergerliogluyî hatine binpêkirin.
(EMK/FD)