Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê Partiya Tevgera Netewperest(MHP) di civîna komî ya partiya xwe de axiviye.
Onûr Gencerê ku bi çekan êrişî avahiya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) kiribû û Denîz Poyraz kuştibû, bi wêneya ku tê de nîşaneya “gurê boz” ya Ulkuciyan kiriye, bûbû rojev. Bahçelî pêştir jî bertek nîşanî vê yêkê dabû.
Di axavtina xwe ya îro ya derbarê êrişê de îdia kiriye û gotiye, “Ka ez ji we re bêjîm Denîz Poyraza ku hatiye kuştin kî ye, ew hevkara milîsane ku sempatîzanên PKKê yên dixwazin li bajaran biçin çiyê sewqî wargehên terorê dike.”
“Divê HDP were girtin”
Bahçelî weha gotiye:
“Redkirina doza yekem ya têkildarî girtina HDPê û qebûlkirina doza duyem ji aliyê Civata Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ve li gor me pêşkevtinek bi xêre.”
“Divê HDP were girtin, hêza hiqûq û edaletê divê nîşanî rêvebirên vê rêxistina cûdaxwaz bide dayîn.”
“Li qonaxekî ku HDP tê de bûye mijara hiqûqê, êrişa xwînxwar ya li dijî avahiya Îzmîrê ya HDPê bêguman provakasyonekî tunde, divê weke komployeke rezil were nirxandin.”
“Êrîşa ku li dijî axahiya Îzmirê ya HDPê pêk hatiye pêvajo veguhestiye xalekî din.”
Bahçelî bavê Denîz Poyrazê jî tohmetbar kiriye
“Ka ez ji we re bêjîm Denîz Poyraza ku hatiye kuştin kî ye, ew hevkara milîsane ku sempatîzanên PKKê yên dixwazin li bajaran biçin çiyê sewqî wargehên terorê dike.”
“Bavê vê hevkara milîsan jî daxuyaniyên ku herkesi şok dike. kiriye û her weha weke bombeyekî zindî teqiya ye. Denîz, Denîza min nîne, Denîza Kurdistanê ye. Em deyndarê şêrên ku li çiyan li berxwe didin e. Em çiqas berdêlan bidin jî em hê deyndarê wan in. Xwedê hêz bide gerîlayan.”
“Ez herkesî agahdar dikim, bila kes xwe bi gotinên ‘çi bike êşa wî heye, nizane çi dibêje’ nexapîne. Bila kes xwe nespire behanekî bi vî rengî. PKKyiyek li navenda Îzmîrê bigeriyaba derfetekî propagandayê yê bi vî rengî bidest nedixist, lê niha ev derfeta dîtiye û ev jî bi bêşerefî bikartîne.”
(AS/AY)