Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn lêkolîna pêşiyê ya li ser îdinameya girtina HDPyê qedandiye.
Li gorî nûçeya di HaberTurkê de hatiye weşandin, raportorê xwestiye ku îdianame qebûl bibe.
Raportorî daxwaza destdanîna li ser hesabên bankeyê yên partiyê red kiriye. Rapor li endamên dadgehê belav kirine.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji bo HDP were girtin duyem îdianameya xwe di 7ê Hezîranê de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn.
Diyar bûbû ku Dadgeh wê yekem lêkolîna xwe ya li ser îdianameya duyem di 21ê Hezîranê de bike.
Pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?
Heke Dadgeh îdianameyê qebûl bike, ji bo pêş-paraznameya xwe pêşkêş bike wê bişîne HDPyê. Piştî HDPyê paraznameya xwe pêşkêş kir, Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind wê nêrîna xwe ya derbarê esasê de diyar bike. Li dijî vê nêrînê wê HDP xwe biparêze.
Paşê wê raportor rapora xwe ya derbarê esasê de amade bike. Ji bo partiyek weke girtin ji 3yê 2yên 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ango 10 endam divê dengên erê bikar bînin. (RT/FD)