Ji bo nûçeya tirkî (1 (2) (3) (4) / ingilîzî (1) (2) (3) (4)
Serokên partiyên siyasî li djî êrîşa li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmîrê daxuyanî dane ku di encamê de Denîz Poyraz, xebatkara partiyê can dabû.
Bixwîne - Li Îzmîrê kesekî bi çekê êrîşî avahiya HDPyê kiriye
Canan Yuce, Hevseroka Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîstan (SYKP) got ku “Berpirsên vê êrîşê desthilata AKP-MHPyê ye. Gotinên wan ên ku HDPyê dikin hedef dewam bike wê êrîşên bi vî awayî jî dewam bikin. Êrîşên siyasî bi hêza dewletê ve pêk tên.”
Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) êrîş bi gotina “provokasyon” binav kir û wiha axivî: “Di ser HDPyê re dixwazin mixalefeta demokratîk biçewisînin û dîzaynê bidinê. Ev êrîş ne tenê li HDPyê bûye, êrîşeke ku li ser hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bûye.”
Elîf Torûn Oneren, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran jî wiha got: HDP bûye tirs ji bo desthilata AKP, MHPyê. Ti tiştekî ku di nava 6 salan de kirin nikarîbû HDPyê û pêkhateyên wê bidin sekinandin. Bi dozên sexte û dadgehkirinên sexte vê dikin lê nikarin hêza HDPyê kêm bikin.”
“Berpirsiyar a desthilatê ye”
Partiya Çep di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha gotiye: “Ev êrîş encama wî zimanê dijminatî û nefretkirinê ye ku HDPyê dike hedef.”
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê jî nûnerên desthilatê û Wezîrê Karûbarên Navxewyî weke berpirsên vê êrîşê nîşan dane.
Kiliçdaroglû: “Berê jî me ev senaryo dît”
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Devayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev peyam nivîsandine:
Kiliçdaroglû: “Ez êrîşa ku li ser avahiya HDPyê ya Îzmîrê hatiye kirin şermezar dikim. Ez rehmê ji Xwedê dixwazim ku li Denîz Poyraza can daye bike, sersaxiyê li malbata wê dikim. Me ev senaryo berê jî dît, vê carê gelê me pê naxape. Ez hişyar dikim, bila ti kes hêviyan ji van provokasyonan neke.”
Babacan: “Ez êrîşa ku li dijî avahiya HDPyê ya Îzmîrê bûye bi tundî şermezar dikim. Ez rexmê ji Xwedê dixwazim ku li Denîz Poyraza hatiye qetilkirin, sersaxiyê li malbata wê dikim. Berpirsiyariya hikûmetê ye ku pêşiyê li atmosfera tundkariya siyasî ya heyî bigire, ewlehiya partiyên siyasî û siyasetmedaran bistîne.”
Omer Çelîk, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP): “Em wê êrîşa ku li hemberî avahiya HDPyê ya Îzmîrê û kuştinê şermear dikin. Tirkiye wê ti carî derfeta wan provokasyonan nede ku dixwazin aramî û ewlehiye têk bibin. Hêzên me yên ewlehiyê û rêxistina dadê wê bi hemû aliyan bûyerê ronî bikin.”
Meral Akşener, Seroka Giştî ya Partiya IYIyê: “Ew kesên dixwazin di nav ava şolî de masiyan bigirin, bila hişê xwe bidin serê xwe.”
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Siberojê: “Desthilatî ji bo siya terorê nekeve ser siyasetê divê demildest tedbîran bistîne.”
Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê: “Divê bûyer ji her hêlan ve were ronîkirin û çi ceza hewce bike, bidin faîlî, siyasetmedar di serî de hemû kes dest ji wan liv û tevgeran berdin ku tundkariyê derdixin holê.” (RT/FD)
*Kemal Kiliçdaroglu, Ali Babacan, Ahmet Davutoglu, Meral Akşener, Omer Çelik (AA), Elîf Torûn Oneren, Ercument Akdeniz, Canan Yuce (Medyaya Civakî_)