Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civîna Joe Biden, Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) û Vladîmîr Pûtîn, Serokê Dewleta Rûsyayê li Villa de Grangeyê ku li Cenevreyê ye, destpê kiriye.
Serokê DYAyê 12 xulek piştî Pûtînî derbasî vîlayê bûye.
Biden di destpêka civînê de bi Pûtîn re henek kiriye û gotiye, “ hevdîtina rûbirû herdem baştir e”
Her weha Pûtîn jî gotiye, “Ji bo pirsgirêkên di têkiliyên me de hevdîtinek di asta herî jorî de pêwîst bû. Hêvîdarim civîna me ya îro wê berhemdar be."
Li gorî daxuyaniya rayedarekî Qesra Spî ku ji aliyê Fox Newsê de hatiye ragihandin, di dema civîna Biden – Pûtîn de DYA wê ji hemû mijaren re vekirîbe.
Li gorî CNNê Pûtîn ji bilî Joe Biden, Serokê DYAyê wê bi Antony Blînken, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê, Jake Sûllîvan, Şêwirmendê Ewlekariya Netewî, Victorîa Nûland, Misteşara Karên Siyasî ya Wezareta Karên Derve û John J. Sûllîvan, Balyozê Rûsyayê yê DYAyê bicive.
Guftûgo wê ji sê beşan pêk were
Li gorî zanyariya ku TASS, ajansa nûçeyan a Rûsyayê belav kiriye ku mizakere wê ji sê beşan pêk were.
Civîna ku di çarçoveya tedbîrên koronavîrusê yên pêşkevtî de destpê kiriye, li bendê ne pênc saetan dewam bike. Lê belê herdu serkirde civîna çapemeniyê ya hevpar li dar nax in.
Civîna çapemeniyê ya Pûtîn wê li pêş ya Biden pêk were.
Him Qesra Spî him jî Kremlînê gotiye di civînê de guherîna îklîmê û têkoşîna li dijî covîd-19ê jî di nav de wê gelek mijarên din were nîqaşkirin.
Plankirine ku di civînê de wê mijara hevkariya bazirganî li navbera herdu welatan de jî bê nîqaşkirin.
Her weha li bendê ne di civînê de grîngiyekî taybet bidine mijara Qerebaxê û Beyaz Rûsyayê.
(PT/AY)