Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Civata Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn wê di 21ê Hezîranê de ji bo îdianameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bicive.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Destûrî bi daxwaza girtina HDPyê, îdianameyek ji nû ve amade kiribû û di 7ê Hezîranê de ev îdianame şandibû Dadgeha Destûrî.
Raportorê hatibû wezîfedarkirin lêkolîna xwe ya li ser îdianameyê kiriye û rapor ji heyetê re şandiye. Dadgeha Destûra Bingehîn wê 21ê Hezîranê roja Duşemê ji bo vê îdianameyê binirxîne civînekê çêbike. Di vê civînê de wê biryarê bide bê ka wê îdianameyê qebûl bike yan na.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Dadgeha Destûrî wê di vê lêkolîna xwe ya yekem de daxwaza girtina HDPyê, qedexeya siyasetkirinê ya HDPyiyan û destdanîna ser hesabê bankeyê yê partiyê jî binirxîne.
“Raportor divê îdianameyê qebûl neke”
Mîthar Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê duh (15ê Hezîranê) di dema civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê axiviye û gotiye ku raportor divê îdianameyê bi şûn de neşîne lê qebûl neke. Sancarî her weha diyar kiriye ku “Qebûlkirina vê îdianameyê tê wateya wî tiştî ku operasyonên siyasî dikin qurbanên darazê.”
Sancarî di dewama axavtina xwe de gotiye endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi eman berpirsiyarî û erkê re rû bi rû ne.
Serdozgerî ji bo 451 HDPyiyan qedexeya siyasetê dixwaze
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di îdianameyê de daxwaz dike ku biryara qedexeya siyasetê ji bo 451 HDPiyan bê dayîn û dest deynin ser hesabê bankeyê yê partiyê.
Şahînî gotibû: “Me îdianameya HDPyê amade kir. Me şand Dadgeha Destûra Bingehîn. Ji niha û pê de erka Dadgeha Destûrî ye. Ji bo lêkolînê 15 roj dema wan heye.” (KO/FD)