Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li Îsraîlê hikûmeta koalisyonê li parlamentoyê hatiye pejirandin, dema desthilatê ya Binyamîn Netanyahûyî bidawî bûye. Netanyahû ev 12 sal in li ser desthilatê bû.
Partiya Yamina ya ku Naftalî Bennet serokê wê ye bi Partiya Yesh Atîdê ya ku Yaîr Lapîd serokê wê ye re hikûmet ava kiriye. Di nava vê koalisyonê de her weha 6 partiyên din hene ku yek ji wan jî partiya filistiniyan e.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê Naftalî Bennetê rastgirê radîkal wê sond bixwe û bibe Serokwezîr. Li gorî peymana ku koalisyonê çêkiriye, Bennet wê heta Îlona 2023yan weke Serokwezîr kar bike. Paşê li gorî peymana ku hatiye kirin wê Yaîr Lapîd du salan bibe Serokwêzîr.
Di vê navberê de Mickey Levy, Parlamenterê kurd ê cihû, Mickey Levy bûye Serokê Parlamentoya Îsraîlê. Levy çend sal berê di hevpevyîneke xwe de gotibû dê û bavê wî ji Cizîra Şirnexê ye û ew kurd e.
Derbarê Naftalî Bennetî de?
Bennet rastgirê radîkal li dijî doza Filistiniyan e. Di sala 2005an de alîkarê Binyamîn Netanhayûyî bû. 49 salî ye û bûye duyem Serokwezîrê ciwan ê Îsraîlê. Di dema hikûmetên Netanhayûyî de bûye Wezîrê Ekonomiyê û Perwerdeyê û hin wezîfeyên din kiriye.
Di partiya wî de 7 parlamenter hene.
Bennetî di dema kampanyeya xwe ya hilbijartinê de gotiye ew ê cidabûna li welêt ji holê rake û ji bo asayîbûnê nexşerêyekê amade bike. (RT/FD)