Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Amedê ango Îstînaf 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû birîn, pesend kiriye.
Bi sedema ku ceza xwariye parêzbendiya Guvenê rakiribûn û ew girtibûn.
9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” 14 sal û 3 meh, bi tohmeta ku “propaganaya rêxistinê kiriye” du caran 4 sal cezayê girtîgehê li Guvenê birî bû ku li ser hev dikir 22 sal û 3 meh.
Li gorî nûçeya ku li Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, parêzerên Guvenê li dijî biryara dadgeha herêmî serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî dabûn. Lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.
Her weha parêzeran daxwaz kiribû ku Guven tehliye bibe, lê heyeta dadgehê bi îdiaya ku guman heye bireve, tedbîrên kontrola edlî têrê nekin û tohmetên li wê hatine kirin ji bo tedbîra girtinê bes in, ev daxwaz jî qebûl nekiriye.
Li dijî biryara redkirinê ya tehliyeyê parêzerên Guvenê dikarin serî li Dadgeha Bilind bidin. (AS/FD)