Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di civîna koma meclîsa ya heftane ya partiya xwe de têkildarî rojevê axiviye.
“Daraz ji bo pergala mafyayê bûye mertal”
Bûldanê diyar kiriye û gotiye, “Daraza ku nikare li dijî rêxistinên sûc derbikeve, ji nû ve darbarê HDPê de doza girtinê vekirine û ji bo pergala mafyayê bûye mertal.”
Pervîn Bûldanê derbarê têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê yên bi îtîrafên rêveberê rêxistina sûc a girêdayî dewletê Sedat Pekerî de cardin bûye rojev axiviye û wiha gotiye: “Îro Tirkiye bi pergaleke ku dirize û dide rizandin ve re rû bi rû maye. Yên fermanê didin, yên sûc dikin û tetîkêş diyarin. Lê li holê berpirsiyar tuneye. Hemû ji berpirsiyariyê direvin. Em jî dibêjin, ger bîra dewletê hebe, bîra gelan jî heye. Bîra raya giştî jî heye. Ev bîra heqîqetê, tu carî nayê jêbirin, jibîrkirin û emê nedin ji bîr kirin. Ev desthilatdar mîna yên berê heman rêyê dişopîne. Wan çawan ku di sala 1993an de li Vartînîs a Mûşê 9 gundî bi şewitandinê qetil kirin, van jî li Roboskî 34 gundî bi bombebaranê qetil kirin. Di dema desthilatdariya AKPê de bersûc û kiryar diyari n. Lê hemû ji berpirsiyariyê direvin û xwe di vêşêrin."
"Gelo daraza ku winda bû, ji ku derê derket? Di doza girtina HDPê de, gelo hûn daraza ku ketiye kortê dibînin? Daraza ku nikare li dijî rêxistinên sûc derbikeve, ji nû ve darbarê HDPê de doza girtinê vekir û ji bo pergala mafyayê bûye mertal. Bi tu awayî derbarê mafyayê de lêpirsînê venakin, lê ji bo HDPê bigirin doz vedikin. Ji roja ku HDP hatiye avakirin û vir ve êriş dikin. Bi hezaran endam û rêveberên wê girtin. Lê nekarin mîlîmekê bi me gav paşve bidin avêtin. Ev doza kumpasê ne hiqûqiye, siyasî ye. Carek êdin li ser sûc hatin girtin. Wê bi vê dozê carek din nekarin bi HDPê."
“Doza girtinê wê HDPê mezintir bike”
"Ne xewna we ya Tirkiyeyê ya bêyî HDPê, lê xewna gelên me ya Tirkiyeyê ya bê AKP, MHP, mafya, çete, mêtinkarî û talan wê pêk were. Bawer bikin, doza girtinê ya vekirine wê HDPê mezintir û bi hêztir bike. Têkoşîna me dê mezintir bibe. Em ê tu carî vê qadê ji tarîtiya pergala mafya çete re bernedin. Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne ne HDP. Em baş dizanin ku emê çibikin. Dîroka me ya siyasî bi tecrubeyan tijeye."
(AS/AY)