Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) îro di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axiviye.
Bahçeliyî ji bo Suleyman Soylu, Wezîrê Karûbarên Navxweyî gotiye, “ew ne bi tenê ye”. Sedat Pekerê bi serkêşiya komeke mafyayê tê tohmetkirin derbarê Suleyman Soyluyî de gelek îdia gotibûn. Piştî vê Soylu bi gelek tiştan tawanbar bûbû.
Bahçeliyî diyar kiriye ku “Nikarin bi vîdeoyan rojeva Tirkiyeyê hêsir bikin. Nikarin bi buxtanên medyaya civakî bixin dest. Ti kes nikare hefsarî bixe sitûyê Wezîrê Karûbarên Hundir ê Komara Tirkiyeyê. Wê hêza ti nemerdî têrê neke.”
Soyluyî spasiya Bahçeliyî kiriye
Piştî vê daxuyaniya Bahçeliyî, Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya wî kiriye:
“Ji ber vê bibîrxistina wî ya dîrokî ya li dijî kesên dixwazin operasyonê li Tirkiyeyê bikin, ez spasiya Birêz Dr. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest dikim ku giyanê feraseta ‘Dewlet-î Ebed Muddet’e ya di Rêkeftina Komarparêzan de xwe daye der wî bi îradeya xwe ya bihêz derxistiye holê.” (DŞ/FD)