Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Baroya Îzmîrê îro bi daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya înternetê ya fermî daye, giliyê Sedat Peker, serkirdeyê rexistina sûc û kesên ku ew di vîdeoyên xwe de behs dike, kiriye.
Di metna gilîkirinê de mijarên ku di 7 vîdeoyên cûda de hatine weşandin, nîşandane. Heft video di navbera 2-23 Gulanê de li ser hesabê YouTubeyê yê Sedat Peker hatibû weşandin. Baroyê giliyê kesên ku navê wan di vîdeoyan de derbas bûne, Sedat Peker, Suleyman Soylû, Mehmet Agar, Tolga Agar û Erkan Yildirim kiriye.
Her weha xwestiye Suleyman Soylû ji wezîfeyê were girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “axavtinên Sedat Peker, ji bo têkiliyên dewlet û mafyayê gelek îtirafên girîng e.”
“Divê bi awayekî ciddî li ser van daxuyanî û îtirafana bên sekinandin û ji aliye dadgeha serbixwe bên nirxandin.
Her weha li gorî Ajansa Mezopotamyayê Baroya Amedê jî gilîyê Sedat Peker, Suleyman Soylû, Mehmet Agar, Tolga Agar û Erkan Yildirim, kurê Bînalî Yildirim kiriye.
Baroya Amedê jî wek ya Îzmîrê derbarê daxuyaniyên Sedat Peker, serkirdeyê rexistina sûc ên li ser Youtubeyê de daxuyaniya nivîskî daye.
Her dû baroyan jî bi awayekî berfireh cih dane bûyerên faîlên meçhûl ên salên 1990î û bi daxwaza ku li ser daxuyaniyên Peker lêpîrsîneke baş bê kirin, gilîyê kesên navborî kirine.
(AS/AY)