Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê bi rê ve dibe, li Edene, Şirnex û Dêrsimê bi ser gelek malan de girtine.
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de 20 kes desteser kirine.
Kesên ku polîsan ew desteser kirine bi “endamtiya rexistinê” tên tohmetkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hin kesên polîsan ew desteser kirine ev in: Mehmet Yaşik, rêveberê HDPya Edeneyê, Mehmet Tutuş, rêveberê Çukurova TUAYDERê, Cigerhûm Guven, Şînda Erol, Bêrîtan Ozbey.
Ajansa Anadolûyê jî derbarê mijarê de nûçeyek weşandiye û tê de gotiye ku polîsan bi hesinan derî şikandine û kesên desteser kirine ji bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê. Paşê jî birine midûriyeta emniyetê.
Li gorî i nûçeyê kesên hatine desteserkirin bi van tiştan tohmet dikin: “Ji ber di rêxistina qada siyasî ya KCKyê di cih girtine, endamên rêxistinê şandine çiyayî, Meclîsa Ciwanan a HDPyê ji xwe re kirine mertal û wesayît şewitandine, molotof û teqemeniyên li ser destan çêdibin avêtine…”
(TP/FD)