Nîgar: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna sêyem a “Doza Kobaniyê” li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Sîncanê îro destpê kiriye. Doz li 108 kesan vekirine ku bêhtirên wan ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in. Ji van 28 jê girtî ne, 6 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest in û biryara zeftkirina 75 kesan heye.
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û serokên gelek baroyan jî beşdarî dadgehkirinê bûne.
Her yek ji wan 38 caran cezayê miebeta girankirî dixwazin li siyasetmedaran bibirin ku bi tohmeta çalakiyên protestoyî yên bi navê “protesyoyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn.
Heyeta dadgehê piştî siyasetmedaran xwe parastiye, biryar daye ku dadgehkirin sibê dewam bike.
“Ez endamdên heyetê yek bi yek red dikim”
Îro destpêkê Ayla Akat Ata axiviye û wiha gotiye: “Faşîzm îro li cîhanê bi rengê rejîmên populîst heye. Weke li gelek deverên cîhanê li Tirkiyeyê jî ev rejîma populîst xurt bû û îro em têkoşînê li hemberî vê rejîmê dikin. Li vir weke şexs ne me lê dixwazin ramana HDPyê dadgeh bikin. Ez endamên heyetê yek bi yek red dikim.”
Atayê her weha gotiye ji ber polîtîkayên pişaftinê wê bi zimanê dayika xwe, kirmanckî perwerde nedîtiye û ji ber vê ku nikare bi zimanê xwe parastina xwe bike lêborîna xwe ji her endamekî gelê kurd dixwaze.
Kişanak: Ez Kurd im û jinek Kurd im
Piştî Ayla Akat Atayê, Gultan Kişanak axiviye û wiha gotiye:
“Ev doz doza avêtina siyaseta demokratîk ji Meclîsê ye. (Ji serokê heyeta dadgehê re) hûn xizmeta vî tiştî dikin, hûn bi qutkirina axavtina me û bi gotina ‘xwezî hûn li meclîsê biaxiviyabana’, li vir demogojiyê li me nekin.
“Ez pêşniyar dikim ku hûn hinekî têkiliyên kurd û kirkan ên dîrokî bixwînin. Dîroka Tirkiyeyê û pirsgirêka kurdan bixwînin. Gelo çima ku nehat kirin? Çi demê, mirov li vî welatî daxwaza aştî û hizûrê bikin, bi dewletê re rû bi rû dimînin. Van hemûyan bixwînin. Ji bo ku hûn jî aştiya vî welatî daxwaz bikin, hinekî bixwînin.
“Ez Kurd im Kurd. Ez jinek Kurd im. Ji bo min li navên nû negerin. Her kes li gorî hesabê xwe min dike ‘cudakar’, ‘komunist’ û ‘terorîst.’ Ez tenê mirov im, jin im û Kurd im. Dev ji vê xala reş berdin. Rastiyên di dîrokê de wê ronî bibin. Ji bo ku hûn xwe ji vê şermê xelas bikin, em şansekî didin we. Ez hêvî dikim ku hûn vî şansî baş bi nirxînin.
“Di 7ê Hezîranê de me nîşan da ku li Tirkiyeyê hêviyek heye, nasnameyên cida dikarin li bal hev siyasetê bikin. Yekser agirê derbeyeke siyasî dadan, ji wê rojê ye ku her bela xwe li HDPyê dixin.”
Kişanakê jî xwestiye heyeta dadgehê biguhere.
“Rûyê we li desthilatê ye”
Gunay Kubîlayî jî wiha gotiye: “Dibe ku li gorî nêrîna heyeta dadgehê ya vê dek û dolabê dike, wan pişta xwe daye Çiyayê Agiriyê. Lewre Zekeriya Oz tê hişê min, wesayiteke zirxkirî dabûn wî, niha li ku ye? Rûyê we li desthilatê ye. Heke hûn vê dikin, cubeyên xwe ji xwe bikin û biçin.”
Gulser Yildirimê xwe bi Kurdî parastiye
Gulser Yildirim, Parlamentera berê ya HDPyê ya Mêrdînê gotiye ew dixwaze dadger werin guherandin û xwe bi kurdî parastiye. Lê ji ber ku wergêr li salona dadgehê nebû, parastina Yildirimê ji bo tirkî nehatiye wergerandin.
Yildirim wiha gotiye: “Dibêjin Doza Kobanê, lê em ê vê qebûl nekin. Ev doza qedexekirina siyaseta gelê kurd e. Ev zilma rejîma yek zilamî ye. Zîhniyetek ku li ser înkarê ava bûye ye. Heta ku ev zîhniyet berdewam bike, wê ev pirsgirêk jî bidomin. Her kesên xwedî ehlaq, wîjdan û lêgerîna heqîqetê dike tên mehkûmkirin. Ne meseleyek e ku îro dest pê kiriye ye. Ev sed sal in wiha didome. Tifaqa faşîst a AKP-MHPê berdewam dike. Ew çawa dikarin me bidarizînin? Mafên me hemû tên binpêkirin. Ev di ti dîn û ti îmanê de nîne. AKP dîn bi kar tîne. Dibêje em misilman in. Lê tiştên ku eleqeya wê bi misilmaniyê re nîne dike. Ji mêj ve li ser gelê kurd komkujî tên kirin. Gelo xelkê kurd ne misilman e?”
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(EMK/FD)