Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro tevlî Ebrû Gunay, Berdevka HDPyê xwestiye serdana Malbata Şenyaşarî bike ku li ber Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” digire.
Lê polîsan beriya serdanê, Malbata Şenyaşarî desteser kiriye.
Bûldan piştî desteserkirina malbatê, çûye ber Edliyeyê. Li vir civîneke çapemeniyê li dar xistiye û li şûna Malbata Şanyaşarî ji bo demeke kurt nobet girtiye. Polîsan demeke dirêj hewl daye ku Bûldanê asteng bikin.
Li gorî daxuyaniya ku HDPyê daye Bûldanê wiha gotiye%
"Bêedaletî li bêedaletiyê zêde dikin”
“Îro em ji bo piştgiriyê bidin nobeta ku Malbata Şenyaşarî digire hatin vir. Em hatin bibin hevparê lêgerîna edelatê ya ku Malbata Şenyaşarî demeke dirêj e dewam dike, lê digere û hewl dide bibîne. Malbata Şenyaşarî li vir jî rastî êş û azarê hat. Em hatin da ku bibêjin, em hevparê êşa Malbata Şenyaşarî ne û em vê êşê ji dil û can his dikin. Em îro hatin û me dît ku Malbata Şenyaşarî ne li vir e. Em îro hatin û me dît ku ji bo em ê werin vir Malbata Şenyaşarî desteser kirine.
“Bêhiqûqî, bêedaletî û bêwijdanî heye. Bêhiqûqî, bêedaletî û bêwijdaniyên nû li van zêde dikin. Tişta ku malbata Şenyaşarî li ji we hêvî dike, ne zilm e. Tişta ku Malbata Şenyaşarî li bendê ye edalet e, tişta ku li bendê ye ew dadgehkirina bêhiqûq hatiye kirin, jinûve pêk were.
“Em dizanin ku desthilata AKP-MHPyê nikarin welat bi re ve bibin. Têkoşîna Malbata Şenyaşarî têkoşîna me ye. Em careke din bang dikin ku bila faîlên êrişî Malbata Şenyaşarî kirine bên darizandin û cezakirin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AS/FD)