Fotograf: Meclîsa Jinan a HDPê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna duyam ya “Doza Kobaniyê” li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Sîncanê îro destpê kiriye. Doz li 108 kesan vekirine ku bêhtirên wan ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in. Ji van 28 jê girtî ne, 6 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest in û biryara zeftkirina 75 kesan heye.
Dadgeha ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên bere yên HDPê guhdar kiriye, piştî parêzeran daxwazên xwe aşkere kirine danişîn taloqî roja Pêncşema 20ê Gulanê kiriye.
Siyasetmedar bi beşdarbûn û birêxistinkirina çalakiyên sala 2014ê tên tohmetkirin ku weke “protesyonên Kobaniyê yên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn. Dozger ji bo her yek ji siyasetmedaran heta 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye.
Danişîna pêş vê di 26ê Nîsana 2021an de pêk hatibû. Di danişînê de parêzeran xwestibû dadwer werin guhertin. Lê heyeta dadgehê ev tişt qebûl nekiribû.
Pisporên ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê(YE) û kesên ji nûnertiya dîplomatîk a welatên endamê YEyê ne wê danişînê bişopîn in.
Serok û nûnerên gelek baroyên ku ya Îzmîr, Mûş, Riha Mêrdîn, Wan û Amedê jî di nav de wê tevlî danişînê bin. Her weha rêxistinên jinan, rêvebirên navçe û bajaran yên HDPê û gelek parlamenterên wê partiyê wê beşdarî danişînê bin.
Şandeya pispor wê were wezîfedarkirin
Şandeya dadgehê diyar kiriye ku ji ber di ser lêkolîna girtinê de 30 roj derbas nebûye wê neyê kirin û daxwaza dozger qebûl nekiriye. Şandeya dadgehê belge xwendiye û gotiye ji bo axavtina Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş were lêkolînkirin ji aliyê dadgehê ve şandeya pispor hatiye wezîfedarkirin.
Pişt re Mehmet Emîn Aktar, parêzerê Demîrtaş destnîşan kiriye ku divê di her danişînê de lêkolîna girtinê were kirin.
Aktarî aniye ziman ku axaftina Demîrtaş a ji bo lêkolînê tê amadekirin di îdinameyê de wek sûc hatiye dîtin û ev îdianame bi sedemên siyasî hatiye amadekirin.
Şandeya dadgehê ji bo ku parêzer biaxivin xwestiye dabeşkirinê pêkbîne. Parêzer li dijî şandeyê derketine û gotine ew wezîfeya xwe û erka xwe dizanin û kî parastinê bike neke ne dadgeh parêzer dizanin.
Demîrtaş: Ev doz ne Doza Kobaniyê ye, doza tolgirtina siyasî û dek û dolabane li dijî HDPê
Piştî kontrolkirina nasnameyê Selahettîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS)ê tevlî danişînê bûye.
Demîrtaş derbarê daxwaza guhertina dadwer de weha gotiye:
Ez xemgînim ku siyasetmedarên ji bo demokrasî û azadiya Tirkiyeyê fedekarî kirine li ser kursiyê bersûc rûniştine."
“Ev doz Doza Kobaniyê nîne, doza tolgirtina siyasî û dek û dolabane li dijî HDPê. Di rojekê de wê Doza Kobaniyê jî vebe û berpirsiyarên rasteqîn, kesên qetlîam pêkanîne û kesên ku qetlîam dane kirin wê derkevin holê. Lêbelê bila her kes pê bawer be wê deme em ê ne li kursiyê bersûc bin.”
“Di dîrokê de cara yekeme partiyek yanî AKP-MHP hewl dide partiyekî ango HDPê dadgeh bike. Di qonaxên herî faşist de jî partiyek bi cubeyê dadwer neketiye salona dadgehê. Em ê îradeya gel di vê doza dek û dolaban de nedin çewisandin.
"Ez ji civaka Tirkiyeyê re dibêjim merex nekin, ev dewran wê bizivire!”
“Li min zor tê ku parêzer li gel min nebe ez parastina xwe bikim. Ez niha li salona SEGBÎSê bê parêzer parastina xwe dikim. Ji ber nexweşiyê xwe yê kronîk jî ez nikarim bêm salona dadgehê. Îddianame jî ji min re nehatiye şandin.”
Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser kursiya dadger rûniştine
"Di vê dozê de dadger û dozgerên rasteqîn tune ne. Li ser kursiyê dadger, Erdogan, Bahçelî û Soylû rûniştine, li ser kursiyê dozger jî medya alîgir û artêşa trolan rûniştine. Partî ne li salonên danişînan li Meclîsê, meydanan û sindoqan bi hev re têdikoşin. Di pergalên herî faşîst de jî nikarin cubeyên dadgeran li xwe bikin û partiyekê bidarizînin. Lê belê AKP-MHP di bêperwabûnê, bêhiqûqiyê de sînoran nas nakin û îro xwe xistine şûna dadger û dozgeran û HDPê dirazînin. Em ê seranserî vê dozê bibînin ka kî kê didarizîne. Em ê qet destûr nedin ku îradeya gelê me bi van darizandinên fen û fût werin darizandinê. Wê xelkê me di sindoqan de bersiva pêwîst a faşîzma AKP-MHP bide û berpirsiyarên esasî û sûcdarên rastî derxin pêşberî darazê û her kesê parçeyê vê fen û fûtê ne dê li ber hiqûqê hesab bide. Em ê di vî warî de têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin. Ez ji tevahiya civaka Tirkiyê re dibêjin meraqê nekin. Dem û dewran diguhere. Ez ê xal bi xal her tiştî eşkere bikim.”
"Beriya ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were eşkerekirin, Erdogan 40 roj berê gotibû ‘Daraza me wê tişta pêwîst bike’. Ji hinga ku îdianame gihîştiye destê we hûn vê fermanê disepînin. Girteka guncandîtinê piştî li UYAPê hat qeydkirin 18 saet şûn ve Cîgirê Giştî yê Serokê MHPê Fethî Yildiz twît parve kir û Tirkiyê wisa bihîst. Parêzerên dozê û şandeya dadgehê tenê dikarin bikevin UYAPê. Baş e Fethî Yildiz çawa zanibû? Em ê li HSYKê gilî bikin."
Şandeya dadgehê sextekarî kiriye
Şandeya dadgehê tenê ne wergera korsan kiriye, di wergerê de sextekariyê jî kiriye. Ji bo biryara DMMEyê li dijî min bikar bîne hîle kiriye. Hevoka herî krîtîk a di biryara DMMEyê de şaş derbasî girtekê kiriye. Ev sûcek giran e û ev bi belgeyan hatiye teqezkirin. Biryara DMMEyê di 12ê Çiriya Paşiyê de ji bo îmzeyê hat amadekirin û di 22yê Kanûnê de jî hat eşkere kirin. Biryara DMMEyê 40 roj şûn ve hat eşkerekirin, lê biryarê hin kesan bihîstiye. Birayê dadgerê Tirk ê li DMMEyê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKPê ye. Hêj ji eşkerekirina biryarê re 20 roj maye Erdogan û Bahçelî derbarê min de daxuyaniyên hişk dan.”
Şandeya dadgehê navber da danişînê û wê bi parastina Demîrtaş û parêzeran bidome.
Figen Yuksekdag: Em neçarin dilsozê rastiyê bin
Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî a bere ya HDPê sedemên xwe yên têkildarî daxwaza guhertina dadwer aşkere kiriye û gotiye:
“Diviyabû di rûniştina yekemîn de bihata niqaşkirin û axavtin. Beriya her tiştî ez bi temamî tevlî hemû xalên ku Demîrtaş diyar kiriye dibim.”
"Eger em ê rastiyeke li vir eşkere bikin, eger xema me hesab pirsandina canên me yên hatine kuştin be beriya her tiştê divê em neçarin dilsozê rastiyê bin."
Di îddianameyê de çi heye?
Derbarê kesên ku di îdianameya 6-8ê Çiriya Pêşiyê de tê dadkirin de, têkileyekî wan yên rasterast bi xwepêşandanên 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an nayê çêkirin. Tiştên ku wê demê di protestoyên li seranserê Tirkiyeyê de qewimîne bi nav dike.
Axavtinên parlamenteran yên ku di mîtîng û xebatên hilbijartinê de kirine, di îdianameyê de cîh digire.
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(EMK/AY)