Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh 3 kesan li Enqereyê di saetên şevê de êrîş birine ser Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan.
HDPyê derbarê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku polîsên ji bo parastina avahiyê li wir bûn, nebûne asteng li ber êrîşê. HDPyê wiha dewam kiriye: “Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî fail e ku hevkarên wî yên mafyayê û tarî têkiliyên wî yên gemar aşkere kirin û bi vê fikarê ji bo berê mijarê biguherîne partiya me û mixalefetê sûcdar dike.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Duh bi şev saet di 00.05ê de komeke êrîşkaran êrîşî avahiya me ya Navenda Giştî kirin ku ji sê kesan pêk hatiye û diyar e hin derdoran berê wan daye vir. Weke ji dîmenên kamerayê jî diyar e, polîsên li du xalan ji bo avahiya me biparêz in nebûne asteng û weke ku alîkariya hewldana êrîşê kirine. Êrîşkar bi rehetî hatine û li ber çavê polîsan êrîşî partiya me kirine, kesî ew desteser nekirine. Ev jî nîşaneyeke vekiriye ku bê ka armanca êrîşê çiye û kîjan hêz ew êrîşkar birêve birine.”
Partimize yapılan saldırının azmettiricilerini tanıyoruz!
— HDP (@HDPgenelmerkezi) May 14, 2021
Merkez Yürütme Kurulumuzun açıklaması:https://t.co/L85NZ4uHy3 pic.twitter.com/d2tSyDXAKH
Soyluyî çi gotibû?
Piştî Sedat Peker, serokê komeke mafyayê di vîdeoyekê de derbarê Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî de hin îdia gotibû, Soylû wiha axivîbû:
“Helbet hin cih hene tu cesaretê ji wan digire. Ew derên ku li buxtan û tohmetên te xwedî derdikevin û dikin mijara siyaseta ‘bişere’. Ma ne birayekî te yê mezin yê weke Kemal Kiliçdaroglûyî hee. Ma ne xwişkeke te ya weke Meral Akşenerê heye. Ma ne birayekî te yê biçûk yê weke Alî Babacanî heye. Ma ne xoceyekî te yê weke Ahmet Davûtoglûyî heye. Ma ne rojnameyeke te ya weke Birgunê heye. Ma ne rojnameyeke te ya weke Cumhuriyetê heye. Ma ne dezgeheke te ya weşanê ya weke Sozcuyê heye. Ma ne tevneke medyaya civakî ya Fetoyê heye. Ma ne piştgiriyeke tam a Hdpkkyê heye.” (TP/FD)