Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî ji ber nûçeyeke wê, gef li rojnameya Cumhuriyetê xwariye. Rojnameyê piştî daxuyaniyên Sedat Peker, serokê komeke mafyayê û îdîayên di wan daxuyaniyan de gotine, nûçeyek bi sernavê “Têkiliyên Kûr” weşandibû.
Soylûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Rojnameya Cumhuriyetê, ya bi gotinên tewşo mewşo yên beravêtiyekî mafyayê, navdartirîn fermandarê dîroka me ya têkoşîna li dijî terorê pîs dike û tola hevkarên xwe, HDPKKyê hiltîne; dîroka we dîroka têkiliyên kûr, gemar û tarî ye. Tirkiey ne Tirkiyeya berê ye. Hûnê hesabê wê li ber destê hiqûqê bidin.”
Bir mafya pisliğinin hezeyanlarıyla
— Süleyman Soylu | Maske???? Mesafe↔️ Temizlik???? (@suleymansoylu) May 11, 2021
terörle mücadele tarihimizin en Şanlı Komutanına çamur atan,
ortakları HDPKK için intikam alan,
Cumhuriyet gazetesi; Sizin tarihiniz, derin, kirli ve karanlık ilişkiler tarihidir
Türkiye eski Türkiye değil
Hesabını hukuk önünde vereceksiniz
Soyluyî çima gef li Cumhuriyetê xwariye?
Sedat Pekerê ku piştî ji Tirkiyeyê reviya, li ser Youtube-ê hin vîdeo weşandin. Di yekê ji van de îdia kir ku Tolga Agar, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û kurê Mehmet Agarî tecawiz li Yeldana Kaharmanê kiriye ku bi eslê xwe Qazak e, xwendekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê bû û li kanaleke televizyonê ye herêmî ya Elezîzê pêşkeşvanî kiribû. Termê Kaharman piştî bûyerê hatibû dîtin. Sedat Pekerî gotibû ku cenderme ji bûyerê agahdar bûye lê cendermeyan ti tiştek nekiriye.
Piştî daxuyaniya Pekerî, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, gotibû, ew îdia “ne rast in”.
Di heman demê de fotografên Arîf Çetîn, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan û Tolga Agar, Galîp Ozturk, Selahattîn Yilmazî derketibûn holê. Ozturk, xwediyê şîrketa Metro Turîzmê ye û ji ber sûcekî kuştinê cezayê miebetê lê hate birîn û piştî pesendkirina vî cezayî, ew reviyabû çûbû ji derveyî Tirkiyeyê. Selahattîn Yilmaz jî serokê komeke mafyayê ye.
Rojnameya Cûmhûriyetê ev fotograf bi sernavê “Têkiliyên Kûr” kiribû nûçe û fotografên Arîf Çetînî yên bi Selahattîn Yilmazî re kişandibû, weşandibû.
(HA/FD)