Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê bi rêya telefonê hevdîtinek kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daye, serokan de têkiliyên her du dewletan, hevgirtina di têkoşîna li dijî Covid-19ê û mijarên herêmî gotûbêj kirine.
Erdoganî gotiye ku ew li bendê ne Rûsya li gorî peymana hatiye kirin, derziya Sputnik Vyê di dema xwe de bişîne Tirkiyeyê.
Erdoganî her weha behsa girîngiya hevgirtina di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de ya li Sûriyeyê kiriye û gotiye ku di mijara Qerebaxê de jî divê pêvajoya asayîbûn û îstîqrara herêmî baş bê bikaranîn. (EMK/FD)