Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Umit Dede, Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDPyê tevlî parêzerên doza Kobaniyê, civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Umit Dedeyî gotiye ku dadgehkirina duh hatiye kirin, “weke dadgehkirineke şermê li dîroka daraza Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Serok û heyeta dadgehê li gorî fermana li wan kirine tevgeriyane û hêla parastinê yê dadgehkirinê piştgih kirine, ew jinedîtî ve hatine.”
“Serokê li me guhdar nekir, pişta xwe da me”
Cahir Kirkazak, yek ji parêzerên Selahattin Demirtaşî gotiye, wan bang li heyeta dadgehê kiriye da ku serbixwe be lê serokê heyetê guh nedaye wan:
“Me got, li gorî Qanûna Mihakemeyê ya Cezayan kesên li dadgehê ne bêyî parêzerên wan nabe, danişîn destpê bike. Lê serokê dadgehê bi israr û bênezaket guh neda me û pişta xwe da me.”
Veysi Eski, yek ji parêzerên Figen Yuksekdagê jî wiha gotiye: “Digel ku serokê dadgehê got ew CMKyê gelekî baş dizane, lê qet CMK pêk neanî.”
Parêzer Cemile Turhalli Balsak jî wiha axiviye: “Me duh careke din dît ku ev dadgehkirina di 26ê Nîsanê de danişîna wê pêk hatiye, dadgehkirineke taybet û ne ji rêzê ye. Di dîrokê de gelek mînakên dadgehkirinên taybet hene û her carê jî ajantayên wan ên taybet hene.”
Parêzer Cihan Aydinî diyar kiriye û gotiye, “Îdîanameyeke li laboratûarên dewletê amadekirin. Dozeke ku dewlet bûye midaxilê wê”:
“Li hemberî me heyeteke dadgehê ya ji sê kesan pêk hatibû nebû. Mekanîzmaya dewletê bi xwe hebû. Di vê dozê de mafê parastinê serobino kirin. Parastin ji nedîtî ve hatin û bêdeng kirin. Çawa ku li Ewropaya Serdema Navîn, di dadgehên engîzisyonê de erka îdia, parastin û biryarê di destê kesekî de, dihate komkirin ku ew jî serokê dadgehê bû, niha jî em dibînin heman tişt hebû. Him îdia, him parastin him jî erka dadgehê di destê kesekî de hatiye komkirin. Weke ku em vegeriyabin 500 sal beriya niha.” (AS/FD)