Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna yekê ya “Doza Kobiniyê” li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Sîncanê îro destpê kiriye. Doz li 108 kesan vekirine ku bêhtirên wan ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in. Ji van 28 jê girtî ne, 6 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest in û biryara zeftkirina 75 kesan heye.
Siyasetmedar bi beşdarbûn û birêxistinkirina çalakiyên sala 2014ê tên tohmetkirin ku weke “protesyonên Kobaniyê yên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn. Dozger ji bo her yek ji siyasetmedaran heta 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye.
“Li vir wê rastî derewan dadgeh bike”
Beriya dadgehkirin destpê bike, Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên HDPyê li ber Kampusa Sîncanê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Polîsan di dema civînê de bi sedema “mesafeya civakî” xwestiye kom belav bibe.
Sancarî derbarê vê rewşê de gotiye: “Dibêjin qey wê dengê rastiyê, dengê me ditepisînin.”
Sancarî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew ê “ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê” di berxwedanê de dewam bikin:
“Ev dozeke fen û fotan a siyasî ye. Ev, lêgerîna bidawîanînê ya lêgerîna aştiyê, bendewariya azadiyê û hêviya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Em ê jî ji bo azadiyê, demokrasiyê, rastiyê di berxwedanê de dewam bikin.
“Ev di heman demê de dozeke tolhildanê ya siyasî ye. Ev doz berhema hêrsbûna wê desthilatê ye ku têkçûna DAIŞê ya di sala 2016an de li Kobaniyê hîna qebûl nekiriye. Dozeke tolhildanê ya vê desthilatê ye ku ji ber HDPyê ew têk biriye, hêrs bûye. Em ê bi hev re vê têk bibin.
“Em ji bo hemû dostên ku îro li vir in, ji derve hatine û ji Tirkiyeyê hatine ji bo vê danişînê, dibêjin hûn bi xêr hatin. Em ê vê doza fen û fotan têk bibin, em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin, em ê hesabên desthilatê têk bibin û em he bi hev re vî welatî ji desthilata otorîret tekez rizgar bikin. Bila şika kesî ji vê nebe. Li vir wê rastî derwan dadgeh bike. Wê cesaret ji van salonan ber bi hemû Tirkiyeyê ve belav bibe, wê deng bide hemû cîhanê. Em ê ji vir biçin dadgehkirinê bişopînin. Em spasiya we hemûyan dikin ku hûn hatine.”
Hemû endamên Koma Meclîsê ya HDPyê wê dadgehkirinê bişopîne. Her weha nûnerên Enternasyonala Pêşverû, heyetên navnetewî, serokên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û yên rêxistinên civaka sivîl jî wê beşdarî dadgehkirinê bibin.
*Wêne: Ercan Altuntaş
Parêzeran protesto kiriye
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD) di daxuyaniya xwe de gotine ku “polîs li şûna parêzeran dane rûniştandin. Parêzeran nagirin hundir. Ji ber ku parêzeran bernadin hundir, miwekilên me bersivê nadin kontrolkirinê.”
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî di daxuyaniya xwe de gotiye ku parêzeran heyeta dadgehê protesto kiriye.
Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûne, ji ber vê rewşê bi çepikan heyeta dadgehê protesto kiriye.
“Parêzerên gazindkeran li vir in, parêzerên me ne li vir in”
Heyeta dadgehê xwestiye bi tespîtkirina nasnameya bersûcan dest bi dadgehkirinê bike. Li gorî ku HDPyê ragihandiye Gunay Kubilay, Alp Altinors, Beyza Ustun, Emine Ayna, Bircan Yorulmaz, Ali Urkut, Ayla Akat, Sebahat Tuncel, Bulent Parmaksiz, Ibrahim Binici, Ismail Şengul, Mesut Bagcik, Nezir Çakan, Zeki Çelik, Ayşe Yagci, Berfin Kose, Meryem Adibelli, Pervin Oduncu û Dilek Yagli li salona dadgehê ne.
Bersûc bêyî hebûna parêzerên xwe qebûl nekirine ku bên dadgehkirin:
“Alp Altinors gotiye “Ne hiqûqî ye ku parêzerê min li vir be û tespîta nasnameyê were kirin. Mafê min heye ku di her qonaxê de ez piştgiriya parêzer werbigirim. Hemû parêzerên gazindkeran li vir in lê parêzerên me ne li vir in.”
Ayla Akat Aka jî gotiye, “Di van şert û mercan de ne mimkun e ji bo tespîtkirina nasnameyê jî ez bersiva we bidim. Destpîkirina vê dozê a bi vî awayî ango bê parêzeran jî delîl e ku ev doz siyasî ye.”
Parêzer li ser vê rewşê ji salonê derketine.
HDPyî jî ji ber ku parêzerên wan ne amade ne li salonê, heyeta dadgehê protesto kirine û bersiva pirsan nedane.
Savunma hakkı engellenen avukatlar, mahkeme girişinde açıklama yaptı. #HDPyargılıyor pic.twitter.com/C91H1xntEk
— 6-8 Ekim Gerçekleri (@HDPonline) April 26, 2021
Figen Yuksekdag, Sebahat Tunel, Gultan Kişanak, Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder jî axivîne û ev rewş protesto kirine.
Heyetê bêyî ku guh bide protestoyan dest bi tespîtkirina nasnameyan kiriye. Heyeta dadgehê heta saet 14.00ê navber daye dadgehkirinê.
"Metirsiyên me di meseleya dadgehkirina adil de zêde bûne"
Li derdora saet 14.00ê careke din dadgehkirinê destpê kiriye. Parêzer ketine hundir.
Parêzeran derbarê rê û rêbazên dadgehkirinê de axivî ne. Parêzer Mesût Beştaşî gotiye, “Em dixwazin hemû bûyerên bûne mijara vê dosyayê ronî bibin. Helwesta heta niha ya dadgehê hiştiye metirsiyên ye yên derbarê dadgekirineke adil de zêde bibin.”
Parêzeran xwestiye ku Yuksekdag, Demirtaş û Tuncel biaxivin û wê daxwaza redkirina heyeta dadgehê bikin. Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye. Heyeta dadgehê dest bi xwendina îdianameyê kiriye. Parêzeran li çepikan dane û rewş protesto kirine.
Selahattin Demirtaşê destûra axaftinê nedane wî kaxizek li ser ekranê SEGBISê nîşan daye ku tê de "128 milyar dolar li ku ye?" nivîsandibû.
Demirtaşî her weha kaxizeke din jî nîşan daye ku tê de wiha nivîsandiye: “Daxwaza axavtina min bila li zabitnameyê were nivîsandin, biryara demî were dayîn.”
Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û Sebahat Tuncel li dijî xwendina îdianameyê derketine û gotine, "Hûn nikarin vê dozê bi vî rengî birêve bibin."
Piştî ku çar saetan îdianame hatiye xwendin heyeta dadgehê xwestiye Selahattin Demirtaşî gotiye “Ez ê derbarê redkirina dadwerî de sibê biaxivim. Ew tiştên ku piştî nîvro li salona dadgehê peyivîn, min tiştek nebihîst û min hewl da vê bibêjim. We ne li zabitnameyê nivîsand ne mafê axavtinê da min û ne jî pirsgirêk çareker kir.”
Figen Yuksekdagê jî gotiye, “Di vê danişînê de zelalî û aşkerebûn nîne. Heke bi vê SEGBISê civînên herî krîtîk tên kirin lê dadgehkirina me nayê kirin, ev ne pirsgirêka me ye. Derbarê cidiyeta danişînê de pirsên cidî çêbûne. Ez ê daxwaza xwe ya redkirina heyeta dadgehê sibê bibêjim.”
Sebahat Tuncelê jî di axaftina xwe de wiha gotiye: “Ev demeke dirêj e em girtî ne û helbet gelek tiştên em bibêjin hene. Bi zor û zextan nabe. We li me guhdar jî nekir. Dema em diaxivîn we hewl da îdianameyê bidin xwendin. Her tişt ne xal in. Rihekî hiqûqê heye.”
Heyeta dadgehê biryar daye ku Demirtaş, Yuksekdag û Tuncel dawxaza reda heyetê nivîskî pêşkêş bikin û ev jî vê daxwazê binirxînin, lê daxwaza reda dadweran a parêzeran qebûl nekin. Parêzer wê bikaribin li dijî vê biryarê serî li dadgeheke bilind bikin.
Dadgehkirina siyasetmedanan wê 3yê Gulanê dewam bike.
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/FD)