Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê ragihandiye ku ji bo di 20ê Hezîranê de hilbijartinên patlamentoyê yên pêşwext çêbibe wî îstifa kiriye.
Paşînyan gotiye heta helbijartina ew ê weke wekîlê Serokwezîr li ser wezîfeyê be.
Paşînyan li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî daye û gotiye, “Li gorî rêkevtina ku bi Serokomar û hêzên siyasî yên li welêt re hatiye çêkirin, ji bo di 20ê Hezîranê de hilbijartinên patlamentoyê yên pêşwext çêbibe ez îro îstifa dikim. Parlamento du caran li ser hev wê serokwezîrek nû hilnebijêre, piştre li gorî qanûnan wê parlamento were betalkirin û hilbijartinên pêşwext wê çêbibe.”
Gasparyan xwestibû Paşînyan îstifa bike
Onîk Gasparyan, Serfermandarê Hêzên Çekdarî yê Ermenistanê û fermandarên pilebilind di 25ê Sibatê de danezaneke ji bo Serokwezîr Nîkol Paşînyan îstifa bike îmze kiribû. Piştre Paşînyan ragihandibû ku wî Gasparyan ji wezifeyê girtiye.
Paşînyan daxwaza îstifayê ya fermandaran weke “hewldana darbeye” binav kiribû.
Serokwezîr Paşînyan di 18ê Adarê de aşkere kiribû ku li wî welatî di 20ê Hezîranê de wê hilbijartinên pêşwext çêbibe. (RT/AY)