Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku Wezareta Berevaniyê ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) bi fermî Enqere agahdar kiriye ku ew welat ji bernameya balafirên şer ên F-35ê derxistine.
Rayedarê Wezareta Berevaniya DYAyê ku navê wî aşkere nebûye ji Ajansa Anadolûyê re derbarê çawayaniya agahdarkirinê de tu zanyarî negotiye.
Li gorî Ajansa Anadolûyê rayedarî destnîşan kiriye ku rêkevtina hevbeş a ku çend welat beşdarin û Tirkiyeyê jî di 26ê Kanûna Paşiya 2007an de beşdarî kiriye, hatiye betalkirin û di peymannameya nû de navê Tirkiyeyê lê nehatiye zêdekirin.
Her weha rayedarî diyar kiriye ku peymana niha 8 welat beşdar in ku di 2006an de hatibû îmzekirin bi wan 8 welatên mayî nû bûye û li bernameyê tu welateke nû nehatiye zêdekirin.
Tirkiye bi Peymana Hevbeş ya Bernameya Balafirên Şer a Hevbeş a F-35ê weke hilberînerê hevbeş tevlî bernameyê bûbû.
Welatên ku di bernameyê de bûn ev in:
DYA, Îngilîstan, İtalya, Hollanda, Avustralya, Danîmarka, Kanada, Norveç û Tirkiye.
(EKN/AY)