Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê guhertina hin wezîran de weşiyaye.
Li gorî biryara Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarî Derya Yanik bûye Wezîra Malbat û Xizmetguzariyên Civakî, Vedat Bilgin bûye Wezîrê Kar hu Ewlehiya Civakî.
Li şûna Ruhsar Pekcanê Mehmet Muş bûye Wezîrê Bazirganiyê ku çend roj berê hatibû îdiakirin, Pekcanê ji şîrketa hevjînê xwe dezenfektan ji bo Wezaretê kiriye.
Derbarê Derya Yanikê de
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye.
Di navbera salên 2004 û 2014ê de weke endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kar kiriye. Bûye Seroka Komîsyona Hiqûqê ya heman şaredariyê û Berdevka Koma AKPyê. Di Kongreya Mezin a Asayî ya 7an a AKPyê de bûye Endama Lijneya Rêveber û Navendî ya AKPyê.
Derbarê Vedat Bilginî de
Fakulteya Zanistên Civakî û Îdarî ya Zanîngeha Hacettepeyê qedandiye.
Li Fakulteya Zanistên Iqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê ders dane, Midurtiya Giştî ya Rêyên Hesinî yên Komara Tirkiyeyê û Serokatiya Lijneya Rêveber a heman saziyê kiriye. Bûye Serokê Beşa Têkiliyên Endustriyê û Ekonomiya Xebatê ya Fakulteya Zanistên Iqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê û Serşêwirmendê Serokwezîrî.
Bilgin her weha bûye parlamenterê AKPyê yê Enqereyê yê serdema 26an. Herî dawî Serşêwirmendê Serokomarî û Wekîlê Serokê Lijneya Polîtîkayên Civakî bû.
Derbarê Mehmet Muşî de
Fakulteya Ekonomiyê û ya Saziyên Bazirganiyê ya Zanîngeha Dogu Akdenîzê qedandiye.
Di şîrketên taybet de bûye pisporê planlasazê muçeyan. Di Beşê Ciwanan ê AKPya Stenbolê de xebitiye.
Di sala 2011ê de weke Parlamenterê AKPyê yê Stenbolê hatiye hilbijartin û di serdema 25, 26 û 27an de jî parlamenteriya wî dewam kiriye.
Di sala 2014an de bûye endamê Lijneya Rêveber û Navendî yê AKPyê û Alîkarê Serokê Giştî yê AKPyê. Her weha Serokatiya Karên Ekonomîk kiriye.
Wekîlê Serokê Koma AKPyê û parlamenterê Stenbolê yê AKPyê û endamê Lijneya Rêvebera û Navendî yê AKPyê ye.
(TP/FD)