Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Joe Biden, Serokê DYAyê aşkere kiriye ku ew ê heta 11ê Îlona 2021ê, salvegera 20an a êrîşa 11ê Îlonê, hemû leşkerên xwe yên li Afganistanê vekişînin.
Bidenî gotiye ku ew ê piştî vekişînê jî piştgiriya Afganistanê bikin lê ew ê ne bi hêzên leşkerî vî karî bikin: “Dem hatiye ku dirêjtirîn şerê DYAyê bidawî bibe.”
Joe Bidenî destnîşan kiriye ku pêvajoya vekişînê wê 1ê Gulanê destpê bike.
9 hezar û 600 leşkerên endamên NATOyê li Afganistanê ne ku nêzîkî 2 hezar û 500ên wan leşkerên DYAyê ne.
NATO: Em bi hev re hatin em ê bi hev re vekişin
NATOyê li ser malpera xwe ya fermî gotiye, “Em bi hev re çûn Afganistanê û di mijara vekişîna bi hev re em hevseng in.”
Annegret Kramp-Karrenbauer, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê di kanala televizyonê ya ARDyê de gotiye, ew ê mijara vekişînê îro li NATOyê di civînekê de binirxînin ku wê wezîrên berevaniyê û yên karûbarên derve beşdar bibin.
Kramp-Karrenbauerê li ser pirsekê ku gotiye, Almanya jî wê li gel DYAyê leşkerên xwe vekişîna yan na, wiha bersiv daye: “Me got, em hemû ‘bi hev re ketinê û em ê bi hev re derkevin’. Ez alîgira vekişîneke birêkûpêk im. Ji ber wê ez li bendê me îro bi vî şiklî wê biryarek were dayîn.”
Dominic Raab, Wezîrê Karûbarên Derve yê Ingilistanê li ser hesabê xwe yê Twiiterê nivîsandiye ku ew ê piştgiriya vekişîna bi rêkûpêk a leşkerên ingilîz a ji Afganistanê bikin û ji bo îstikrara Afganistanê li gel NATOyê û gelê afganistanê bin.
Ben Wallece, Wezîrê Berevaniyê yê Ingilistanê jî gotiye ku gelê Afganistanê siberojeke aştiyane û biîstiqrar heq dike. (PT/FD)