Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê ya kayûm li şûna wê wezîfedar kiribûn, Cengîz Anli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Qersê, Îzzet Altig, Mûstafa Yardimciel, Reîs Baykiz û Kaya Nakî, rêveberên HDPyê duh li Dadgeha Cezayê Giran a Qersê ya 2yan dadgeh kirine.
Alacayê di danişînê de gotiye ku wê ew tohmet nekirine û wê li gorî rêziknameya HDPyê karên şaredariyê bi rê ve biriye û xebatên wê kirine yên siyasî ne. Her weha daxwaz kiriye beraet û tehliye bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, heyeta dadgehê bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza lê biriye û ew tehliye kiriye.
Her weha Cengîz Anli û siyasetmedarên din gotinên xwe yên di danişînên beriya niha de gotine, dûbare kirine.
Piştî navberekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye siyasetmedar tehliye kiriye.
Dadgehkirina siyasetmedarên HDPyî wê 10ê Hezîranê dewam bike.
Çi bûbû?
Polîsan di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibû ser rêveberên HDP û Şaredariya Qersê. Malên Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê û Cengîz Anli, Hevserokê HDPyê yê Qersê jî di nava wan de bûn.
Heman rojê Şevîn Alaca, Mûazzez Çagri Ekinci, Alîkara Hevşaredaran, Halîl Kan û Sûat Bayhan, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Omer Albayrak, Endamên Meclîsa Şaredariyê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” ji wezîfeyê dûr xistibûn.
Turkez Oksuz, Waliyê Qersê di 2yê Çiriya Pêşiyê de weke kayûm li Şaredariya Qersê wezîfedar kiribûn.
Alaca di 8ê Çiriya Pêşiyê de piştî jêpirsîna dozgeriyê derxistibûn dadgehê û bi sedema ku “hevşaredarî ne li gorî yaseyan e” ew girtibûn. (TP/FD)