*Fotograf: Murat Kula-Enqere/ AA.
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Charles Mîchel, Serokê Konseya YEyê û Ûrsûla von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê ku payebilindtrîn rayedarên Ewropayê ne li Enqereyê bi Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê re hevdîtinek pêkanîne. Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê lidarxistine.
Charles Mîchel di destpêka axavtina xwe de destnîşan kiriye û gotiye, “Me ligel Erdogan têkildarî paşeroja têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê hevdîtineke jidil pêkanî. Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê xirab bû. Kêmkirina rageşiyên li Rojhilatê Deryaya Spî pêngavên erênî bûn û divê ew rewş were bihêzkirin.”
Von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê jî diyar kiriye û gotiye, “Serdestiya hiquq û mafên bingehîn ji bo Yekitiya Ewropayê esas e. Em ji ber vekişîna ji Peymana Stenbolê gelekî bi fikar in."
Rojnamegeran daxwaza girtina HDPê û rewşa Selahettîn Demîrtaş û Osman Kavala bibîrxistiye û li ser pirsa ‘Ma Rojhilatê Derya Spî ji mafên mirovan grîngtir e? Von der Leyenê gotiye:
"Nabe li ser mijara mafên mirovan guftûgo were kirin. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê yên derbarê Selahettîn Demîrtaş û Osman Kavala de zelal in. Girîng e Tirkiye pabendê biryarên DMMEyê bibe.”
(PT/AY)